Şerê Xezeyê: Di êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan derket 37 hezar û 372 kesan

Li gorî bîlançoya nû ya ku Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê li Xezeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha hejmara miriyan derket 37 hezar û 372 kesan.

Wezareta Tenduristiyê roja Sêşemê ragihand ku di şerê ku zêdetirî 8 meh berê dest pê kiribû de hejmara miriyan gihîştiye 37 hezar û 372 kesan.

Di daxuyaniya ku derbarê mijarê de hat gotin ku di 24 saetên dawîn de herî kêm 25 kes mirin û ji 7’ê Cotmehê û vir ve li ser axa Filistînê 85 hezar û 452 kes jî birîndar bûn.