"Rûsyayê bi YE û Ûkraynayê re peymana sê alî ya bazirganiyê xwest"

Rûsya, ku hewl dide peymana hevkariyê ya Yekîtiya Ewropa (YE) û Ûkraynayê asteng bike, hat îdîakirin ku di hefteya bihurî de peymaneke bazirganiyê ya sê alî pêşniyar kiriye.

Rûsya, ku hewl dide peymana hevkariyê ya Yekîtiya Ewropa (YE) û Ûkraynayê asteng bike, hat îdîakirin ku di hefteya bihurî de peymaneke bazirganiyê ya sê alî pêşniyar kiriye.

Li gorî nûçeya di kovara Der Spîegelê de hat weşandin, Rûsyayê di nava hefteya bihurî de pêşniyara peymaneke bazirganî ya sê alî li Komîsyona YE kiriye. Di nûçeyê de hat ragihandin ku di pêşnûmeya roja 3'ê Hezîranê pêşkêşî Brukselê hat kirin de, di kategoriya 52 berheman de kotaya îxracatê hatiye pêşniyarkirin.

Kovara Der Spîegel di nûçeya xwe de ragihand ku ev pêşniyara Rûsyayê ya peymana bazirganiyê ya sê alî ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hatiye redkirin. Li gorî vê îdîayê, peymana ku Rûsyayê pêşniyar kir, Ûkrayna û YE bi hilgirtina berpirsyariyên yekalî re mehkûm dike. Hat îdîakirin Komîsera YE ya ji Bazirganiyê berpirsyar Cecîlîa Malmstrom di hefteya bihurî de ji Komîsyona Bazirganiyê ya Parlamenta Ewropayê re nivîsek şandiye û destnîşan kiriye ku metna Rûsyayê, 'nayê qebûlkirin'.

Tê gotin ku daxwaza Rûsyayê ya ji bo morkirina peymana bazirganiyê ya sê alî, ji bo pêşîgirtina li peymana hevkariya YE û Ûkraynayê ye, ku wê di sala pêş de bikeve meriyetê. Ev peymana hevkariyê di sala 2013'an de ji aliyê Serokkomarê berê yê Ûkraynayê Vîktor Yanûkovîç ê di bin bandora Rûsyayê de bû hatibû sekinandin û dûre bi protestoyên bi desteka Ewroapyê re Yanûkovîç ji desthilatdariyê hatibû xistin.

Tevî ku Rûsya li dij derdikeve jî ev peyman ji aliyê Serokkomarê nû Petro Poroşenko ve di Hezîrana 2014'an de hatibû morkirin.