Rojnamevan Kirkaya rastî êrîşa leşkeran hat
Rojnamevan Kirkaya rastî êrîşa leşkeran hat
Rojnamevan Kirkaya rastî êrîşa leşkeran hat
Nûçegîhanê DÎHA'yê Kenan Kirkaya yê ji doza çapemeniyê ya 'KCK'ê girtî ye, di dema veguhastina nexweşxaneyê de rastî êrîşa leşkeran hat.
Rojnamevan Kenan Kirkaya û girtiyên ji doza DHKP-C'yê Tolga Bulbul, Ûtkû Aykan û Haydar Yeşîlbîngol ên di 20'ê Mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1'ê ya Kandirayê sewkî Nexweşxaneya Diranan a Yûvacikê dihatin kirin, bi îdîaya ku 'kamerayên hundirê wesayîta rîngê bi peçeteyê girtine" rastî lêdana leşkeran hatin.
Hat ragihandin, li dû êrîşa li wesayîta rîngê ku 40 deqeyan dewam kir fermandarekî leşkeran hat cihê bûyerê û got, "Armanca me ne îşkencekirine, lê hûn me neçarî vê dihêlin."
Piştî êrîşê her çend Kenan Kirkaya û Tolga Bulbul birin nexweşxaneyê jî bi sedema "dem nemaye" bêyî werin dermankirin ew li girtîgehê vegerandin.