Rojnamevan ji bo koma destpêkê li herêmên HPG’ê ne

Rojnamevan ji bo koma destpêkê li herêmên HPG’ê ne

Konseya HPG’ê ji bo koma destpêkê ya gêrîlayên HPG’ê ji sînorê Tirkiyeyê derbazî Başûrê Kurdistanê bibin, endamên çapemeniyê vexwendin herêmên di bin kontrola gêrîlayên HPG’ê de.

Li ser banga KCK’ê, 8’ê Gulanê gêrîlayên HPG’ê ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin dest bi vekişînê kiribûn. Gêrîlayên HPG’ê yên di sînorê Tirkiyeyê de ku bi awayek gav bi gav vedikişin, çav lê ye ku koma destpêkê ya gêrîlayên HPG’ê derbazî Başûrê Kurdistanê herêmên di bin kontrola HPG’ê bibin.

Konseya HPG’ê ku endamên çapemeniyê agahdarkirin, bang li rojnamevanên biyanî û Herêma Başûrê Kurdistanêkirin ku, ji bo koma destpêkê ya gêrîlayên HPG’ê bişopînin bên herêmên di bin kontrola HPG’ê de.

Nehate aşkera kirin ku dê koma destpêkê ya gêrîlayên HPG’ê kengî bên, gelek endamên çapemeniyê li herêmên di bin kontrola HPG’ê de radiwestin.