Rojnamenûs û akademisyen li ser pêvajoyê axivîn
Rojnamenûs û akademisyen li ser pêvajoyê axivîn
Rojnamenûs û akademisyen li ser pêvajoyê axivîn
Civîna “Pêvajoya Çareserî û Civînên Tigris” ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ên Dicle (DÎTAM) ve li Otela Parqa Gren ya Amedê hate li darxistin, bi pirsyarên ku rojnamenûsan li ser pêvajoyê ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Dermirtaş pirs dewam kir.
Di civînê de Endamê Hinkariyê yê Zankoya Gazî Prof. Huseyin Yayman ku axivî diyar kir ku dewletê û hikûmeta AKP’ê bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd di çalekiya greva birçîbûnê de dît. Yayman ku li ser gotinên li ser pêvajoya destpêkê a destpêkirina pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê hinek beşan ve weke “xebatên hilbijartinên ne?” yan jî “polîtikayên tesfiyekirina PKK’ê ne?” nirxandin hatin kirin û wiha got: “Lê ev nirxandinane ne rastin. Dema ku em temaşey dîrokê bikîn pêştir jî hewildanên pêngav avêtinê hatine kirin. weke mînak ku pêvajoyekî Turgut Ozal jî daye destpê kirin heye. Li pêşiya çareseriyê sê têgehên bingehîn hene. Pirsgirêka yekem çareserkirina muxatap a ku li pêşiya çareseriyê. Û gelek parçebûna dewletê bû. Pirsgirêka duwem a bingehîn pirsgirêka baweriyê bû. Bêbaweriya ku di siyaseta kurd de ne samîmîbûna hikûmetê di çareseriyê de û hikûmet jî bi hinceta ku çend gavan bavêje lê bawer nake ku PKK wê çekan dane. Pirsgirêka bingehîn a sêyem jî pirsgirêka salnameyê bû. Di salnameya çareseriyê de cudahî hene. Hemû kesê ji çareseriyê hêviyekî wanî cuda heye. Em dibînin ku ji sala 2002’an virde îradeya hikûmetê a polîtîk û bi biryarbûna wê ku gavekî giringe. Xala ku gihiştiyê bi ceribandin û xwe xapandinê gihiştiyê. Bi vî şeklî stratejiyên çareseriyê pêşketin. Ez yek ji kesên ku fikir dikirin pêvajo bi erênî pêş dikeve me.”
Nûnerê Rojnameya Radîkal yê Enqereyê Deniz Zeyrek jî diyar kir ku ji sala 1991’an ve pêşketinên di derbarê pirsgirêka kurd de di şopîne û wiha got: “Çareseriya bingehîn demokrasiye. Yekî ku li Amedê dijî pirsgirêka ku pêre rû bi rû dibe ez difikirin ku cûdaye ji pirsgirêka ku yekî li Enqereyê dijî pêre rû bi rû dibe. Em qala mafên ku bi salan têne binpêkirin ji bo bêne dayîn dikîn yan jî bê çek kirina rêxistinekî ku heye dikîn? Pêşketina pêvajoya çareseriyê weke ku pişt dide PKK dest ji çekan berde ye. Lê ger îro PKK biçe, rêxistinekî din a bi çek were. Bi vî awayî yan rast yan jî weke din çareserî ne eve. Pêwiste demokrasiyekî tam çêbibe.”
Xebatkarê Hînkariyê yê Fakulteya Dadê yê Zankoya Enqereyê Prof. Dr. Mithat Sancar ku diyar kir encama herî giring ya pêvajoya çareseriyê ku pirsgirêka kurd li Rojavayê Tirkiyê jî bête axaftin û wiha berdewam kir: “ Ev pêvajo ji Rojhilata Navîn û Kurdistanê ne cudaye. Piştî vê pêvajoyê ya giring di dema ku cardin Rojhilata Navîn şekil digire şerekî giştî ye yan jî siyasetekî demokratîke ku wê kîjan derkeve pêş? Li gel vê didema ku Rojhilata Navîn ji nûde tê şekil kirin di hejmarekî kêm de çêkirina dewletan yan jî hejmarekî zêde yan dewletan wê bê çêkirin? Ev herdu pirsane di çerçeveya Kurdistanê de girtina dest giringin.”
Nivîskarê Rojnameya Yenî Şafak Abdulkadir Selvî jî wiha got: “Xala ku em hatinê ku cardin dîroka Rojhilata Navîn tê nivîsandin yên ku hebûna kurdan weke xeterî dibînin û vê di parêzin wê winda bikin. Aliyên ku hebûna kurdan bi pejirînin wê serbikevin.”
Di civînê de herî dawiyê ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demirtaş axivî, diyar kir ku hikûmetê soza ku di pêvajoya paşde kişandina gerîlayên HPG’ê de wê zagonekî derbixîne, lê bi destpê kirina pêvajoyê re ev soze hate ji bîrkirin. Demirtaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dewletê li ser paşda kişanê ji me û Birêz Ocalan re gotibû ku wê zagonê derxîne. Lê bi destpêkirina pêvajoyê re ev gotin ne hate bi cih kirin. Ger îro ev rêkûpêkiya zagonî haba wê paşda kişan di nava mehekê de xilas biban. Weke ku ev bes jî nake dewlet di dema ku paşda kişandinê de karakolan jî çêdike. Çima dema ku gerîla ji van çiyan tê xarê lê karakol tên çêkirin. Ma wê weke mûze bi kar bînin.”
Demir taş ku diyar kir Kurdan dewleta Tirkiye nas kirine lê li rexmê hinde salane dewletê Kurd nas ne kirine û wiha got: “Pêwiste dewlet dest ji polîtîkayên xwe yên Rojava berde. Êdî kurd bi xwe dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Êdî pirsgirêkên me çend mezin dibin bila bibin dîsan em tên rex mêzekê û dikarîn çareser bikîn, baxivîn. Armanca dewleta Tirk çi dibe bila bibe wê êdî kurd li dijî hen ne li rex hev cih bigirin.”
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.