Roboskî dê di roja 500. ya komkujiyê de dê qurnefîlan danin ser sînor
Roboskî dê di roja 500. ya komkujiyê de dê qurnefîlan danin ser sînor
Roboskî dê di roja 500. ya komkujiyê de dê qurnefîlan danin ser sînor
Malbatên ku xizmên xwe di bombebarana balefirên şer yên Tirkan de windakirin, dê di roja 500’mîn ya komkujiyê de qurnefîlan danin ser kevirê sînorê hêjmar 13 yê Başûrê Kurdistanê.
Malbatên Roboskî ku zarokên wan ji aliyê balefirên artêşa Tirk ve hatin bombebarankirin û qetikirin di roja 500'emîn a komkujiyê de di 11'ê gulanê de li cihê komkujî lê pêk hatî sînorê Başûrê Kurdistanê qurnefîlan danîn ser kevirê sînor ê hêjmar 13.
Malbatan berê jî xwest biçûn herêma komkujiyê lê leşkeran bi tund mudaxele li malbatan kiribû û hewildana wan asteng kirin. Faruk Encu têkildarî mijdarê bang li raya giştî kir û diyar kir ku, ji bo dawî li polîtîkayên kujer bên kirin û kiryarên komkujiya Roboskiyê bên darizandin dê di roja 500'emîn a komkujiyê de qurnefîlan danên cihê komkujî pêk hat. Encu anî ziman ku, hemû kesên edaletê dixwazin divê wê rojê li cem wan bin.