Rêveberiya CHP’a Pirsûsê îstîfa kir
Rêveberiya CHP’a Pirsûsê îstîfa kir
Rêveberiya CHP’a Pirsûsê îstîfa kir
Rêveberiya CHP’ê ya Pirsûsê ji ber bêhîstyariya CHP’ê ya li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd îstîfa kir.
Serokê CHP’a Pirsûsê Şahîn Yilmaz û endamên lijneya Rêveberiya partiyê îstîfa kirin. Şahîn Yilmaz di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku, ew ji nêzîkatiya CHP’ê ya li dijî pêvajoyê nerehetin û got: “ji ber nêzîkatiya CHP’ê û bê berpisyariya wan me îstîfa kir. gelek welatiyên me yên ji derveyê rêveberiyê yên endamê partiyê li min geriyan û bi me re di heman nêrînê de bûn. Em dê daxwaznameyên wan yên îstîfayê bigihînin navenda giştî. Em bi endamên xwe yên lijneya rêveberiyê re heta dawiyê piştgiriyê didin pêvajoyê.”
Yilmaz piştî nirxandina rewşê kir şûnde diyar kir ku, ew dê di partiyeke din a siyasî de peywirê bike û piştre jî hemû daxwaznameyên xwe yên îstîfayê şandin Navenda Giştî ya CHP’ê.
Serokê CHP’a Xalfetiyê Mahmut Ozdemîr jî di 29’ê Nîsanê ji partiya xwe îstîfa kiribû. Ozdemîr jî diyar kiribû ku, ji ber CHP’ê piştgiriyê nade pêvajoyê ew îstîfa dike. Ozdemîr diyar kir ku, plana wî ewe ku di demek pêş de di BDP’ê de siyasetê bike.