Reva dewlemendên Fransayê ji ber bacê ji sedî 40 zêde bû
Li Fransayê, ku rewşa sekinandî ya aboriyê dewam dike û zêdeyî 6 mîlyon bê kar lê hene, dewlemend welêt diterikînin.

Li gorî daneyên ji aliyê rojnameya ekonomî û fînansê Les Echos, hejmara dewlemendên gazinan ji bacê dikin û ji ber vê yekê Fransayê diterikînin, zêde dibe.
Rojnameyê ragihand ku di sala 2013'an de 3 hezar 744 mirovên salane hatineyên wan di ser 100 hezar euroyî de ne Fransa terikandine. Bi vê yekê re li gorî sala 2012'an ev hejmar bi rêjeya ji sedî 40 zêde bûye.
Hejmara dewlemendên salane hatineyên xwe zêdeyî 300 hezar euro ye û di sala 2012'an de welat terikandin 451 bû. Ev hejmar di sala 2013'an de bû 659. Ev jî tê wateya zêdebûna ji sedî 46'an.
Her wiha hejmara mirovên xwedî milkê bi qîmetê 1,3 mîlyon euroyî yên Fransa terikandin 714 ye. Ev hejmar di sala 2012'an de 620 bû.
Li Fransayê tevî Baca Hebûne-Piştevaniyê, di sala 2012'an bi qanûnekê hat qebûlkirin ku ji mirovên xweî hatineyên di ser 1 mîlyon euroyî re ne, ji sedî 75 bac wereg irtin. Dema derbasdariya vê qanûnê jî îsal bi dawî dibe.