Rageşiya di navbera hêzên Pêşmerge û Iraqê de zêde dibe
Rageşiya di navbera hêzên Pêşmerge û Iraqê de zêde dibe
Rageşiya di navbera hêzên Pêşmerge û Iraqê de zêde dibe
Duh li navçeya Qeretepeyê hêzên leşkerên Iraqê derdora hêzên Pêşmerge girtin û ew xistin nava dorpêçê. Hate îdiakirin ku, hêzên Pêşmerge 6 leşkerên rejima Iraqê dîl girtine. Hate aşkera kirin ku, di navbera hêzên Iraq û hêzên Pêşmerge de alozî didome.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, duh li gorî demjimêra herêmî 19:00’ê hêzên rejima Iraqê li gundê Qereyatax yê girêdayî navçeya Qeretepeya Kerkûkê derdorê hêzên Pêşmerge girtin û di navbera her du hêzan de rageşî û aloziyê rû da. Hate diyarkirin ku, ji navçeya Kifrî ya ser bi Silêmaniyê ve hêzek din li hawara pêşmergeyan hatine û hate îdiakirin ku, 6 leşkerên Iraqê dîlgirtine. Li gorî hinek îdiayan tê gotin ku, ev 6 leşkerên hatine dîlgirtin serbest hatine berdan.
Hate aşkera kirin ku, hêzên Pêşmerge beriya du hefteyan li gundê Qereyataxê bicih bûne û hêzên rejima Iraqê jî dixwazin hêzên Pêşmerge herêmê berdin.
Tê gotin ku, rageşî û aloziya di navbera hêzên rejima Iraqê û hêzên Pêşmerge de didome.