Qereqoleke din tine bû

Qereqoleke din tine bû

Qereqola Ûzûnyol a li quntarên Çiyayê Tendurekê, ku yek ji qereqolên bi pêkanînên awarte gelê Kurd bi salan bêzar kir, hat valakirin. Qereqol li avahiya xwe ya nû ya li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bicih bû, ku ji aliyê TOKÎ ve hat çê kirin.

Qereqola Ûzûnyol ku bi êrişên hewanan û kontrolên tund bi salan rêwiyên navbera Wan û Agiriyê bêzar kir, êdî tineye. Bi valabûna qereqolê re, gundiyên derdorê yên ji êrişên hewanan zerar dîtin, serê wan rehet bû. Rêwiyên navbera bajarên Wan û Agiriyê jî, ji zext û kontrolên bi saetan ên rê, rizgar bûn.