Qenala duyemîn a li Suweyşê di Tebaxê de vedibe
Li Misirê ku ji ber tevlîheviya siyasî ya 4 salên dawî û darbeya leşkerî aboriya wê gelekî qels bûye, hat ragihandin ku qenala duyemîn a derbasbûnê ya li Qenala Suweyşê, wê di meha Tebaxê de vebe.

Li ser navê saziya ji Qenala Suweyşê berpirsyar Mahab Mamîş daxuyanî da û diyar kir ku qenala duyemîn wê di 6'ê Tebaxê de vebe. Mamîş ragihand ku kolandin û sererastkirinên mayî yên li qenala duyemîn wê di 15'ê Tîrmehê de bi dawî bibin û anî ziman ku bi qenala duyemîn re wê welatê wan ji bo razemendiya navneteweyî ji nû ve bibe navendek.
Bi vekirina qenala duyemîn a Suweyşê ya di navbera Derya Spî û Derya Sor de, wê çûn û hatine keştiyan a di navbera parzemînan de bi lez û zêdetir be. Tê plankirn ku li herêmên li derdora qenalê, qadên lojîstîkî, endustriyel û bazirganî, bên avakirin.
Projeya qenala duyemîn yek ji sozên herî girîng ên aboriyê yên Abdûlfettah El Sîsî bû ku par ji bo serokdewletê hat hilbijartin. Kolandina ji bo çêkirina qenalê jî di 5'ê Tebaxa par de destpê kiribû.