PYD û PDK-S’ê komîteyên xebatê ên hevbeş avakirin
PYD û PDK-S’ê komîteyên xebatê ên hevbeş avakirin
PYD û PDK-S’ê komîteyên xebatê ên hevbeş avakirin
Li bajaroka Til Temir PYD'ê û Partiya Demokrata Kurd – Sûriyeyê (PDKS) a ku Cemal Şêx Baqî sekreterê wê ye, komîteyên xebatê yên hevbeş avakirin.
Rêxistina PYD'ê û rêxistina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê yên Til Temir li navenda PYD'ê ya bajar hatin cem hev. Civîn bi tevlîbûna endamên PYD'ê Ebdulrehman Mûsa, Menal Mihemed Mihemed, Hemdiye Mûsa, Heyat Hisên Hiso û Hesen Şindî û endamên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê Îsmaîl Ferhan, Emel Elî Elî û Xelîl Mihemed Salih Ebadî hate li darxistin.
Di civînê de nîqaş bi armanca avakirina komîteyên xebatan ên hevbeş hatin kirin. Endamê PYD'ê Mihemed Mûsa di civînê de axivî û diyar kir ku, gelê Kurd ji bo Xweseriya Demokratîk di nava liv û tevgerê de ye. Mûsa destnîşan kir ku, partiya wan ji destêpêkê ve bi armanca serkeftina pirojeya xweseriya demokratîk bi hemû îmkanên xwe tevdigerin.
Piştî nîqaşên berfireh endamên herdû partiyan komîteya siyasî, komîteya xizmetan, komîteya lihev anînê û komîteya çand û hûnerê avakirin.