PYD çû serdana malbata Serkan Tosûn

PYD çû serdana malbata Serkan Tosûn

Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Jinên PYD'yî Helîme Yûsif çû serdana malbata Serkan Tosûn, ku di pevçûneke li Rojava de jiyana xwe ji dest da bû.

Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Jinan a PYD'ê Helîme Yûsif ji Rojava hat û çû serdana malbata milîtanê MLKP'ê Serkan Tosûn (Mazlûm) ê di pevçûneke meha Îlonê ya navbera YPG û çeteyên El Nûsra de li refên YPG'ê jiyana xwe ji dest da. 

Yûsif, malbata Tosûn a li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangaziyê ziyaret kir û li ser navê PYD'ê ji malbatê re sersaxî xwest. 

Di dema serdanê de, ku nûnerên DOKH û HDP'ê jî hebûn Yûsif da der barê Tosûn û şoreşa li Rojava de agahî da û got, "Şehadeta Tosûn ji bo me windahiyeke gelekî mezin bû. Nasnameya enternasyonalîst a Tosûn bi tenê jî, têkoşîna me hîn bêtir watedar kir." 

Yûsif ragihand ku di kesayetiya Tosûn de sînor rabûne û got, "Tevahiya bindestan di kesaiyeta hevalê Serkan de xwe li Rojava dîtin."