PYD: Çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê xweseriya demokratîk e

PYD: Çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê xweseriya demokratîk e

Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kir ku Pêwîsta muxalefeta Sûriyeyê bi yekîtiya demokratîk haye û riya çareserkirina pirsgirka li Sûriyeyê xweseriya demokratîk e. PYD komkujiya li Banyas şermezar kir û wek şerê mezhebî binav kir.

Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê rewşa şidet û tundeya ku ev 2 sal in li Sûriyeyê pêşketiye û komkujiya Beyda û Nebei yên Banyasê ku di encampê de bi dehan sivîl jiyana xwe jidest dan şermezar kir û bang li muxalefeta Sûriyeyê kir ku nimûneya li Rojavayê Kurdistanê tê jiyan ji bo çareserkirina hemû pirsgirêka Sûriyeyê bibe nimûne.

Di daxuyaniya xwe de PYD’ê diyar kir ku ev 2 salin li Sûriyeyê wêranî, kuştin, koçberî, komkujî û şerê navxweyî pir zêdebûye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku aliyên şer ne gihiştine asta rêbaza demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê.

Di daxuyniyê de hate diyar kirin ku şoreşa Sûriyeyê ji xeta xwe ya aştiyane û mirovî derketiye, şer û pevçûnên li Sûriyeyê bûne şereke mezhebî ku gelek mirovên bê guneh ziyan dîtine û xeleka dawî di van pevçûnên ku ji bêçareseriyê li gundên Res El-Nebi û Beyda ên Banyasê pêk hatine. Di encamê de bi dehan jin, zarok û kesên bê guneh jiyan xwe jidest dan e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku komkujiya li Banyas ê li ser esasekî mezhebî ku yek ji şêwazên sîstema dewleta netewî ku wek hêza sereke ya hêzên sermyandarin pêk hatine. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku komkujiyên li Banyas, gundê Hedad a Qamişlo, topbaran û bombebarana balfiyên rêjîmê ya li dijî Taxên kurda li Helebê tev nîşana zulm û zordestiya kujerên ku biratiya di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê de tehdîd dike. Di daxuyaniya xwe de PYD’ê da zanîn ku rêjîma Baas bi siyaseta xwe ya înkar û tunekirinê dixwaze welat ber bi şerekî mezhebî ku di nava hemû pêkhateyan de û dûrî nirxê civaka Sûriyeyê derkeve.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: ’’Tiştên li Sûriyeyê tên jiyan, ji ber siyasetên çewt ên herdû aliyên şer in, şêniyên Sûriyeyê buhaya şerên li Sûriyeyê didin, ji ber vê yekê pêwîstiya Sûriyeyê bi hêzên rêxistinkirî wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Asayişa ku aramiya Rojavayê Kurdistanê diparzin heye. Ev jî nîşan dide ku xeta 3’yemîn di şoreşa Sûriyeyê de biserket û diyar kir ku riya Netewa Demokratîk dikare ji bo çareserkirina pirsgirêka li Sûriyeyê bibe bingeh. Li ser vî asasî pêwîstî bingeheke ji bo pêşxistina civaka Sûriyeyê were amadekirin, heta ku weke welatekî demokratîk karibe mafê hemû pêkhateyan biparêze.’’

Di daxuyaniyê de hate diyrkirin ku geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û xweseriya demokratîk ku bandora xwe li  jiyana di nava civaka Rojavayê Kurdistanê de kiriye, saziyên civakê yên sivîl hatine avakirin û li gorî zagonan biryar tên girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de PYD’ê komkujiya li Banyas şermezar kir û da zanîn ku pêwîstiya muxalefeta demokratîk bi yekîtiyê heye û nimûneya li Rojavayê kurdistanê ji bo hemû Sûriyeyê were bikarnaîn.