Polîsan êrîşî şahiya xwendekarên Zanîngeha Kafkasê kirin

Polîsan êrîşî şahiya xwendekarên Zanîngeha Kafkasê kirin

Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî şahiyên biharê yên li Zanîngeha Kafkasê kir.  Xwendekaran ligel êrîşê jî govend girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" gotin û slogana "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Li Zanîngeha Kafkasê şahiyên biharê hatin lidarxistin. Bi hezaran xwendekarên li ber kantîna Fakulteya Perwerdeyê hatin cem hev govend girtin. Rêveberiya zanîngehê destûr neda xwendekar govendê bigirin û pişt re polîsan bi bombeyên gazê êrîşî xwendekar kir. Ligel vê yekê bi hezaran xwendekar li ber kantîna navendî û qatên din hatin cem hev sirûda "Çerxa Şoreşê" gotin û slogana "Bijî Serok Apo" qîr kirin. Pişt re xwendekar derketin qada şahiyê ya li ber fakulteyê û bi dehol û zirnayan stranên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin û demek dirêj govend girêdan.