Polisan astengî ji vexwendina kongreya ciwan re derxist

Polisan astengî ji vexwendina kongreya ciwan re derxist

Endamên DUODER'ê ji bo vexwendina 1. Kongreya Meclisa Ciwanan, li Zaningeha Dicleyê belavok belav kirin. Lê belavokên ciwanan ji aliyê polis û ewlehiyê ve hat astengkirin.

Endamên DUODER'ê li Zaningeha Dicleyê ji bo vexwendina 1. Kongreya Meclisa Ciwanan a di 30'ê Mijdarê de bi şîara "Ciwanên ku bi lêgerina heqiqatê xwe bi rêxistin dikin û azad dê rizgariya demokratik û jiyana azad bi afirînin" hat belafkirin ji aliyê polis û pevvirdarên ewlehiyê ve hat astengkirin. Xwendekarên Zaningeha Dicleyê bi dîlan û stranan li hemû beşên zaningehê belavokên vexwendinê belavkirin. Dema xwendekaran belavok belav dikirin, li beşa fakûlteya Endezyarê ji aliyê polis û ewlehikariyê ve bi hinceta "hûn ne xwendekarên vê beşêne" hatin astengkirin. Ji ber astengiyê di nav xwendekar û ewlehiyan de gengêşî derket.

Xwendekarên zaningehê piştî gengeşiyê diyar kirin ku çima ji bo polîsan destûr heye û çima ji bo wan destûr tune û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Xwendekaran helwesta polîsan bi tililî û çepikan şermezar kir. Xwendekar piştre belav bûn.