Plana girtina Gûantanamo di asta dawî de ye

Li gel hevdîtinên dîplomatîk ên navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kubayê, hat ragihandin ku amadekariyên dawî yên ji bo girtina Kampa Gûantanamo, tên kirin.

Li gel hevdîtinên dîplomatîk ên navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kubayê, hat ragihandin ku amadekariyên dawî yên ji bo girtina Kampa Gûantanamo, tên kirin.

Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest diyar kir ku ji bo girtina girtîgeha leşkerî ya li vê baregehê ku girtiyên pêwendiya xwe bi Talîban û El Qaîdeyê hene lê tên ragirtin, bê girtin wan planek amade kirine ji bo pêşkêşî Kongreya DYA bikin. Berdevk anî ziman ku ew sererastkirinên dawî yên li ser vê planê dikin.

Earnest da xuyakirin ku girtina girtîgeha li Gûantanamo ji bo Serok Barack Obama karekî 'sereke' ye û anî ziman ku ji bo girtîgeh bi 'rêbazeke berpirsyar û ewle' were girtin, ew di nav ahewldanan de ne.

Kampa Gûantanamo ya li Kubayê, ji aliyê DYA ve li gorî peymaneke sala 1903'an hatiye kirêkirin. Piştî şoreşa bi pêşengiya Fîdel Castro ya sala 1959'an, rêveberiya sosyalîst dixwest, baregeh were valakirin.

Di nava baregeha ji 121 kîlometre çarçikê, girtîgeheke ji ewlekariya taybet di sala 1994'an de hat avakirin û ji sala 2001'ê û vir ve kesên pêwendiya xwe bi Talîban û El Qaîdeyê hene yên li Afganîstanê hatin girtin, li vir hatin bicihkirin. Girtîgeh, ji ber pêkanînên xwe yên beriya niha, rastî gelek rexneyên giran hatibû.