Piştî sirgûnê îşkenceya dij mirovahî

Piştî sirgûnê îşkenceya dij mirovahî

Girtiyên siyasî yên Kurd ên bi lez û bez ji girtîgehên Mûş, Mêrdîn, Êlih û Amedê veguhastin girtîgehên tîpa F yên Tekîrdag û Edîrneyê, di ketina girtîgehê de di bin navê "lêgerîna tazî" de tevahiya wan rastî îşkenceya zayendî hatin. Yên li dij derketin lêdan xwarin, der heqê wan de lêpirsîn hat vekirin û ceza li wan hatin birîn.

Her wiha hate diyar kirin ku dema girtî hatine sirgûnkirin nehiştine hemû amûrên xwe bigiri gel xwe. Derket holê ku girtî ji bo bi malbatên xwe re biaxivin divê bi daxwaznameyê destûrê bigirin.

Li ser navê ÎHD’ê parêzer Gulîzar Tuncel û li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Ayşe Acinikli û Huseyîn Bogatekîn di 18’ê mijdarê de çûn girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 û 2 a Tekîrdagê û bi girtiyên ku hatinbûn sirgûnkirin re hevdîtin kirin.

Di encama hevdîtinê de raporek hat amadedekirin û li gorî raporê ji girtîha Muşê di 8’ê mijdarê de 60 girtî şandina Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Tekîrdagê, di 10’ê mijdarê de ji girtîgeha Mêrdînê 38 û ji girtîgeha Êlihê jî 15 girtî sirgûnê Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê kirine.

Hat hînbûn ku girtiyên ji girtîha Muşê hatine di nîvê şevê de hatine agahdarkirin û saet di 06.00’an de hatine girtin û destpêkê şandine Çorumê û piştre birin Tekîrdagê. Li girtîgeha Tekîrdagê  girtî bi awayekî tazî hatine lêgerîn kirin û girtiyên ev qebûl nekirine jî rastî êrîşê hatine.

Di raporê de îşkece wiha hat vegotin:

“Di dema êrîşê de Murat Ertunç difina wê  şikest û hinek heval hatin derb kirin. Hinek bi erdê re kişandin. Zext li hemû girtiyan kirin. Hemû girtî bi awayekî tazî lêgerîn kirin. Her wiha di dema van lêgerînan de mudûr jî amade bû û ev êrîş temaşe kiriye. Piştî xistine hucreyên wan, amûrên wan yên wekê radyo, pirtûk, lênûskên wan nedanê.  Piştî êrîşê der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin û cezayê dîsîplînê lêh atin birîn.

Girtiyên ji Êlih û Mêrdînê anîn Tekîrdagê jî bi lez û bez ji girtîgehê derxistine û girtiyan nekarî amûrên xwe yên pêwist bigire cem xwe.

Di nav van girtiyan de yên xweşên giran, extiyar û zarok jî hebûn. Ew jî di têkegitinê de tazî hatine lêgerîn kirin. Abdulkadîr Bozkurt, Selamî Oz, Omer Kabul û Azîz Bulut hatine derbkirin.”

GIRTÎGEHA TÎPA F A EDÎRNEYÊ

Li ser navê Komeleya Hiqûqanasên Azadîxwaz û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re parêzer Razîye Ozturk jî çû girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê.

Li gorî agahiyên ji Ozturk hatiye girtin ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê di 13’ê mijdarê de 60 girtî birine girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê. Girtî saet di 18.00’an de derxistine rê û saet di 20’an de jî rêwitiyê destpêkiriye.
Hemû girtî kelepçeyên platîk li destê wan hatine xistin û dema anîne girtîgehê 4 saetan di wesayîta rîngê de hatine hiştin. Piştre yek bi yek girtine hundir û xwestin tazî lêgerîn bikin. Hat hînbûn ku girtî hatine derbkirin û bi erdê re kaş kirine.

Girtiyan got dema êrîşê de doktorê girtîgehê j îli wir bû û piştî îşkenceyê ji ber ku encama raporê texmîn kirine, serlêdan nekirine.

Hate diyar kirin ku girtiyan li dijî lêgerîna tazî bertek nîşan daye lê, gardiyanan pê qerfê xwe kirine û gotine; ji xwe mirovahî tazî hatiye dinê.

Girtiyan di dema lêgerînê de ji doktoran pirsiye; Hun çima mudaxale nakin? Doktor jî gotiye ev lêgerînên rutinin.

Piştî girtiyan dikin hucreyên wan, amûrên wan yên wekê pirtûk, wêne, cil û bergên gelerî nedane wan.

Girtî li girtîgehê nekarin zimanê xwe bikarbînin. Nameyên kurdî qebûl nakin û naşînin. Di telefonê de bi kurdî axaftin  rastî cezayê tê û hevdîtinê qut dikin.

Girtiyan diyar kir ku girtiyên bi navê Azîz Bayin û Şeyh Davut Başgan tenduristiya wan ya ruh û aqil ne di cih de ye û got fikara wan ya der barê rewşa wan de zêde dibe.

Hat diyar kirin ku ji roja ku girtî hatine heta niha tenê du caran serê xwe şuştina û xwarinên wan pir xerabin.