Piştgiriya Rojava: Roj roja xwedîderketina li Rojava ye

Piştgiriya Rojava: Roj roja xwedîderketina li Rojava ye

Koordînasyona Piştgiriya bi Gelê Rojava re da xuyakirin ku wan kampanya xwe ya alîkariyê derxistine qonaxeke nû û banga hestiyariyê kir. Koordînasyonê got, "Ji her demê bêtir pêwistiya gelê me yê Rojava bi alîkarî û piştgiriya me heye. Divê em weke wezîfeyeke bingehîn, xwarin û dilê xwe bi hev re parve bikin."

Koordînasyona Piştgiriya bi gelê Rojava re, ku ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, der heqê pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê û kampanya xwe ya alîkariyê de li Navenda Kongreya Civaka Demokatîk a li Amedê, civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna çapemeniyê de li gel Parlamenter û Şaredarên BDP'yî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn.

Li ser navê koordînasyonê Îdrîs Ekmek di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa tevlîhev a li Rojhilata Navîn û got, "Şerê navxweyî yê li Sûriyê bûye sedem ku atmosferek lê mirin, rondikên çavan û xwîn serdest e, derkeve holê."

Ekmek ragihand ku hem rejîma Esad hem jî hêzên mûxalîf, şerekî dûrî nirxên demokrasî, mirovanê û wicdanî dimeşînin û her roj gunehên mirovahî û şer dikin. Ekmek got, "Berpirsyarên bingehîn ên vê trajediya li Sûriyê tê jiyîn, ev hêz û feraseta wan e."

Ekmek diyar kir ku di rewşeke ewçend dijwar de jî, gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê di "rêya xwe ya sêyemîn" de dimeşe û got:

"Rêveberiya xweser a demokratîk, ku gelê Kurd bi gelên din re ava kiriye, ji bo hemû gelan bûye alternatîf û hêviyeke nû. Gelê me yê Rojava, bêyî zerarê bide ti kesî, bêyî li dijî ti kesî şer bike, bi rê û rêbazên aştiyane pêvajoya xwe ya aştiyê dimeşînin û di şûna ku Tirkiye û hêzên din ên navnetewî piştgiriyê bidin vê rewşê, hewl didin bifetisînin.

Ji dîktatoriya Esad û mûxalefeta bi kiryarên xwe re ji rejîmê ne cûdatire, bi milyon dolaran alîkariya çekan tê kirin û şer tê sorkirin. Di rewşeke bi vî rengî de ti alîkariyeke mirovane li gelê Rojava yê navnîşana aştî û demokrasiyê ye nayê kirin, berovacî ambargoya xwarinê li ser hatiye danîn. Nifûsa Rojavayê Kurdistanê, ku gelê Sûriyê ji xwe re weke cihekî ewle dibîn û xwe li wir digirin, du qat zêde bûye. Ev yek jî bûye sedem, ku pêwîstiya bi pêdiviyên jiyanê zêde bûye. Di rewşa heyî de, gelê Rojava tevî birçîbûnê jî nanê xwe bi xuşk û birayên xwe yên ji Sûriyê hatine re, parve dike. Lewma li Rojava xeteriyeke mezin a birçîbûnê heye. Cihê ku herî zêde ev xetere xwe lê dide der bajarê Efrînê ye ku ji aliyê rejîm û mûxalefetê ve hatiye dorpêçkirin. Ji bo li Rojava trajediyeke mirovane neyê jiyîn, divê ambargoya li ser Rojava bê rakirin û rêveberiyên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê deriyên xwe yên sînor vekin û dest bi seferberiya alîkariya mirovane bikin. Erka xuşk û birabûnê, wezîfeya parastina nirxên mirovane û demokatîk ev e."

Îdrîs Ekmek diyar kir ku desketiyên Rojava, desketiyên tevahiya gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû ye û ji bo ev desketî tine nebin banga kir ku, herkes berpirsyariyên xwe bicih bînin.

Ekmek got, "Kampanya me ya alîkariya bi Rojavayê Kurdistanê ya beriya bi mehan destpê kiribû, ketiye qonaxeke nû. Ji her demê bêtir pêwistiya gelê me yê Rojava bi alîkarî û piştgiriya me heye. Divê em weke wezîfeyeke bingehîn, xwarin û dilê xwe bi hev re parve bikin. Serketina gelê Rojava, ji bo Rojhilata Navîn a azad û demokratîk, firsendeke dîrokî ye. Pêşeroja Rojava pêşeroja me ye. Bi vê armancê em dibêjin, partiyên me yên siyasî, şaredariyên me, rêxistinê me yên civakî yên sivîl û gelê me; em dest bidin hev, ji dil xwarin û nanê xwe bi gelê xwe yê Rojava re parve bikin."

Ekmek got, "Roj rojava yekitiyê, roja xwedîderketina li Rojava ye. Roja pitşgî û alîkariyê" û bang li hemû alîgirên aştî, demokrasî, mafên mirovan û azadiyê kir, piştgiriyê bidin kampanyayê û bi berpiryariyên xwe rabin.