Pîrozbahiyên li Cizîrê hefteyeke dewam dikin

Pîrozbahiyên li Cizîrê hefteyeke dewam dikin

Li navçeya Şirnex Cizîrê, pîrozbahiyên 35. salvegera damezrandina PKK'ê yên beriya hefteyekê destpê kirin, duh bi şev dewam kirin. Di dema pîrozbahiyan de ji ber êrîşa polîsan, pevçûn derket.

Pîrozbahiyên 35. salvegera damezrandina PKK'ê li navçeya Cizîrê dewam dikin. Di pîrozbahiyên duh bi şev de ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket. 

Li taxa Nûrê, ciwanên ku rê li trafîkê girtin û agir dadan, rastî êrîşa polîsan a bi maşînên zirxî hatin. Pevçûn heta derengiya şevê dewam kir û ji Şirnex û Hezexê polîs li Cizîrê hatin bicihkirin.