Piştî ku pîlotê Germanwings Andreas Lûbîtz di 24'ê Adarê de zanebûn balafir xist xwarê, Ajansa Ewlekariya Hewakarî ya Ewropayê (AESA) rapora li ser tedbîrên nû yên bên girtin de, weşand. Di rapora ku meha bihurî de hat ragihandin de, tevî hebûna pîloteke/î duyemîn li kabîna balafirê, tê xwestin ku testa narkotîk û alkolê li pîlotan bê kirin.
Di nava pêşniyarên AESA dike de, avakirina toreke ji bo çareseriya pirsgirêkên psîkolojîk ên pîlotan jî heye.
Hat ragihandin ku Sendîkaya Pîlotên Elman (Cockpît) jî li dijî hin pêşniyarên ji aliyê AESA ve hatine pêşkêşkirin, derdikeve. Ji berdevkên Cockpîtê Markûs Wahl, bal kişand ser girîngiya desteka ji bo pîlotên xwedî pirsgirêkên psîkolojîk.
Lê belê sendîka li dij derdikeve pîloteke/î din li kabîneyê balafirê werin zêdekirin. Sendîka dibêje ku Andreas Lûbîtz ê di 24'ê Adarê de balafir xist, pîlotê cihgir bû, lewma kesên duyemîn li kabîneyê bên bicihkirin 'garantiya' xwe nîne ku serî li çalakiyeke bi heman rengî nede.
Sendîkayê ragihand ku ew pêşniyara testa narkotîk û alkolê ya bêyî agahdarkirina pîlotan, rast nabîne. Cockpîtê diyar kir ku tedbîrên bi vî rengî wê 'gumanên bê bingeh' ên der barê pîlotan de zêde bikin.
Pîlotê şîrketa Germanwîngs ku bi şîrketa rêyên hewayî ya Elman Lûfthansa ve girêdayî ye Andreas Lûbîtz balafira sefera Dusseldorf-Barcelona dikir, li ser Fransayê xistibû xwarê û bûbû sedem ku 144 rêwî û personel jiyana xwe ji dest bidin. Hatibû tespîtkirin ku Lûbîtz ê 28 salî yê xwedî pirsgirêkên psîkolojîk, pîlotê alîkar bû, li benda derketina pîlot ji kabîneyê bû û piştî pîlot ji kabîneyê derket, kabîne kilît kir û balafir xist xwarê.