"Pêwistiya Tirkiyê bi aştiyeke lezgîn heye"
"Pêwistiya Tirkiyê bi aştiyeke lezgîn heye"
"Pêwistiya Tirkiyê bi aştiyeke lezgîn heye"
Endamê Konseya Fermandaran a HPG’ê Bawer Dêrsim da xuyakirin, ku teqînên li navçeya Reyhanliyê nîşan dan, ku pêwistiya Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi aştiyeke lezgîn heye. Dêrsim xwest, pêvajoya çareseriyê ya bi pêşengiya Ocalan destpê kiriye, ji aliyê raya giştî ya Tirkiyê ve bi vî awayî were fêmkirin.
Li dû teqînên li navçeya Hatay Reyhanliyê, yek ji endamên Konseya Fermandaran a Hêzên Parastina Gel HPG’ê Bawer Dêrsim ji Nuçe TV re axivî û der heqê pêvajoya aştiyê û vekişîna gerîla de daxuyaniyên girîng da. Dêrsim, ji malbatên xizmên xwe di teqînên li Reyhanliyê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û destnîşan kir, ku ev bûyer nîşan dide, pêwistiya Tirkiyê û herêmê çiqasî bi aştiyeke lezgîn heye.
Dêrsim diyar kir, ku belavbûna dijwariyê li Tirkiyê bêguman rê li ber tehlûkeyan vedike û destnîşa kir, ku Tirkiye ji bo pêşî li vî agirî bigire û aştiyeke mayînde ya hesreta salan a gelan serdest bike, pêngava çareseriya demokratîk gelekî girîng e.
Fermandarê HPG’ê gotûbêjên li ser vekişîna hêzên gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê jî nirxand û got, „Hemû hêzên me bi dîsîplîneke mezin xwe bi rêxistin û plan kirine. Ji 8’ê Gulanê û vir ve li her qadan li her eyaletan meşa çareseriya demokratîk destpê kiriye. Komên me yên yekemîn wê di demeke nêz de bigihêjin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Komên me yên din jî di re de ne. Gava komên yekemîn gihaştin Herêmên Parastinê, wê vê yekê bi raya giştî re parve bikin.“
Dêrsim ragihand, ku ji bo qonaxa yekemîn bigihêje encamê çi ji destê wan tê dikin û ew dixwazin vê pêvajoyê di dema herî nêz de bi dawî bikin. Dêrsim diyar kir, ku dirêjbûna vê pêvajoya vekişînê bi şert û mercên xwezayî û tevgera hêzên artêşa Tirk ve girêdayî ye.
”DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE CIH’E QEREQOLAN TINEYE”
Endamê Konseya Fermandaran a HPG’ê Bawer Dêrsim bal kişand ser hewldanên dikarin pêvajoya çareseriyê bixetimînin û diyar kir, ku çêkirina qereqolên nû, avakirina bendavan bi armancên leşkerî, rê li ber gumanan vedikin.
Dêrsim, hişyariyên xwe yên di vî warî de berî niha bibîr xist û diyar kir, ku ev hişyariyên wan ne gefxwarine û got, “Gelo di pêvajoya çareseriyê de qereqol wê çi karî bikin? Yê digot bila çek rawest in, siyaset biaxive hukûmet bi xwe bû, eger wê rê li ber siyaseta demokratîk vebe, hingî ti wateya çêkirina qereqolan tineye.“
Dêrsim, nîqaşên li ser hebûna çekên di destê gerîla de jî nirxand û got, “Çaresernekirinan pirsgirêka Kurd rê li ber çekan vekir. PKK ev 30 sal in têkoşîna çekdarî dimeşîne, lê dîroka pirsgirêka Kurd du sed sal iin. Me, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo parastina xwe û gelê xwe, çek hilgirtine. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk venebû, êrişên hovane, teror û dijwarî dihatin meşandin, me rahiştin çekan.“
Endamê Konseya Fermandaran a HPG’ê Bawer Dêrsim bal kişand ser Komîsyonên Şopandinê yên rêxistinên civakî yên sivîl bi armanca şopandina vekişînê ava kirine û diyar kir, ku ew dixwazin ev pêvajo bi awayekî zelal bimeşe.
Dêrsim got, “Em ji şopandina pêvajoyê ya hêzên ser bi xwe û rêxistinên civakî yên sivîl, ne bêzar in. Berovacî, hebûna van komîsyonan ji bo rêveçûna pêvajoyê em girîng dibînin.”