Pêvajoya Îmraliyê û Îran- Amed Dîcle

Pêvajoya Îmraliyê û Îran- Amed Dîcle

Pirsgirêka kurd ji ber ku xwedî karakterekî navdewletî ye hemû pêşketinên der barê mijarê de jî dibin navdewletî. Bi taybet jî dewletên li ser axa Kurdistanê dagirker bi awayekî rasterast muxatabê van pêşketinan e. Yek ji van dewletan jî Îran e. Piştî destpêkirina pêvajoya Îmraliyê û hewldanên çareseriyê li bakurê kurdistanê awirên herkesî zivîrî ser helwesta Îranê. Ne tenê kurd hêzên navneteweyî jî vê mijarê ji nêz ve dişopînin. Gelo helwesta Îranê çiye û dikare çi bike? Di vê nivîsê de em ê hewl bidin bersiva vê pirsê bidin.

***

Çareseriya pirsgirêkê li bakurê Kurdistanê, ango guhertina pergala dewleta tirk û naskirina maf û nasnameya kurdan a li bakurê Kurdistanê tê wateya şikandina Peymana Lozanê. Ji ber ku li Başûrê mezin kurd niha xwedî statû ne.

Li Rojava statuyek De Facto heye. Lihevkirina kurdan û tirkan heta astekê tê wateya fermîkirina statûya li Rojava jî. Di rewşeke wiha de tenê Îran û rojhilatê Kurdistanê dimîne. Beriya çend salan dewletên dagirker di pêşengiya dewleta tirk de li hemberî kurdan dibûn yek. Niha ev pozîsyon tê guhertin. Pêşengiya hêzên dijberî kurdan ji Îranê re dimîne.

***

Ev aliyekî meseleyê ye. Aliyê din jî rewşa Îranê û hêzên navneteweyî ye. Îran niha dixwaze êrîşeke li dijî xwe paşve bixe û şerê xwe her tim li derveyê xwe bide meşandin. Şer nake, şer dide kirin. Mînak; şerê xwe bi Amerîkayê re li Iraqê kir û heta astekê bi ser ket.

***

Niha li Sûriyeyê şerê xwe dide meşandin. Niha ne diyar e wê pêşeroja vî welatî çi bibe lê di parastina rewşa heyî de rola Îranê heye.

Eger ku statuyên li van deran werin guhertin wê demê Îran êdî wê neçar bimîne li ser axa xwe bi muxalîfên xwe yên navxweyî û derve re têbikoşe. Ji ber van sedeman û gelek sedemên din pêşketinên der barê kurdan de bi qasî kurdan û dewleta tirk Îranê jî eleqedar dike û ne mumkune ku Îran di vê mijarê de bê polîtîka bimîne.

Baş e dikare çi bike?

Helwest û armancek tevgera kurd a şerkirina bi Îranê re tuneye. Ev aliyekî mijarê ye. Lê ev nayê wê wateyê ku kurd li wir mafên xwe naxwazin û wê tênekoşin.

***

Îran pêşî dikare li Sûriyeyê rejîmê sor bike û kurdan bikişîne nava şer. Her wiha bi riya hin rêxistinan êrîş bike û kurdan bi pevçûnan re mijul bike nehêle rêxistinbûna xwe xurt bikin.

Dîsa li Tirkiyeyê dikare bikeve nava hewldanan ji bo ku potansiyela her du aliyan a der barê çareseriyê de biçûk bike. Dîsa li Başûr bi taybetî li herêma soran Îran bi hêz e û dikare li vir bi provokasyonan tevliheviyekê çêbike. Wekî teqtîkek klasîk a Îranê wê ne bi destê xwe bi destên hin hêzên din bide kirin.

***

Di rewşa dawî de ku pêvajoya li bakurê Kurdistanê ket qonaxa sêyemîn û çareserî nêziktir bû Îran dikare bi awayekî rasterast êrîşî tevgera kurdan bike û li herêmê şerekî bide destpêkirin.

*Azadiya Welat