Pêşmerge hêza xwe ya li ser sînorê Rojava zêde dike

Pêşmerge hêza xwe ya li ser sînorê Rojava zêde dike

Hêzên pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê hêzên xwe yên li ser sînorê Sêmalka ku ev çend rojin ji aliyê wan ve girtiye, zêde dike.

Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, hêzên pêşmergeyên Başûrê Kuridstanê hêzên xwe yên li ser sînorê Sêmalka yê di navber rojava û başû re zêde kirin û hêzên xwe di mewziyên ku beriya çend rojan kolane bi cih kirine. Her wiha hêzên pêşmergeyan erebeyên leşkerî ên BMB û doşkar û top û berê wan daye ber bi Rojavayê Kurdistanê ve.

Herî zêde hêzên pêşmergeyan li ser sînor beranberî deriyê Sêmalka, gundên Welîd, Sehlaya û Şilkê yên Başûrê Kurdistanê xwe bi cih dikin.