Pêkhateyên siyasî ji bo Projeya Rêveberiya demî lihev kom bûn
Pêkhateyên siyasî ji bo Projeya Rêveberiya demî lihev kom bûn
Pêkhateyên siyasî ji bo Projeya Rêveberiya demî lihev kom bûn
Bi însiyatîfekê ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro li Boruya Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Qamişlo ji bo gotûbêjkirina birêvebirina pirojeya Rêveberiya Demî civîneke berfireh bi beşdariya nunerên hemû partî û hêzên siyasî li herêmê bi hemû pêkhateyên xwe hate lidarxistin.
Li Rojavayê Kurdistanê partî û aliyên siyasî yên beşdarî civînê bûne ev in: “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Asûriya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Kombûna Ciwanên Sûriyaya Dayîk, Kombûna Xiristiyanên Sivîl, Desteya Koordînasiyona Neştîmanî, Partiya Demokratiya Kurdên Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratiya Kurd li Sûriye, Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Çep a Kurd li Sûriye, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriye, Partiya Komînîsta Kurdistanê, Partiya Aştî û Demokratîk li Sûriye , Koma Niştîmaniyên Sûriye, Rêxistina Yekîtiya Star, Rêxistina Asûriyên Demokratîk, Partiya Demokrata Kurd li Sûriye, Rêxistina Neştîmaniya Ciwanên Kurd, Desteya Bilind a Kurd û gelek kesayetên serbixwe.”
Civîn li ser pêşniyar û nêrînên hemû aliyên beşdar hate meşandin. Endamê Desteya bilind a Kurd Aldar Xelîl di civînê de wiha axivî: “Kurd bi pirojeya xwe naxwazin Sûriye parçe bikin, lê dixwazin rêveberiyeke demî ji hemû pêkhateyên herêmê û ji bo bibe mînaka demokrasiyê û hermên din ên Sûriye jê sûd werbigirin, ava bikin.”
Her wiha beşdaran girîngî dane destpêkirina projeyê ji ber ku piştgiriya helwesta hemû aliyan dike û mafê wan di kongira Cenevre 2 de diparêze.
Di dawiya civînê de beşdaran ji bo avakirina komîteyekê ji hemû pêkhateyên herêmê li hev kirin. Her wiha ji bo civîneke berfireh di rojên bê de were lidarxistin û ji bo nêrîn werin gotûbêjkirin û rêziknameyek ji pirojeyê re were dayîn û dest bi pirojeyê were kirin bang hate kirin.
Komîteya dê were avakirin ji 4 endaman pêk tê. Nûnerek ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, nûnerek ji ENKS’ê, nûnerek ji pêkhateya Ereb û nûnerek ji Suryan û Asûriyan . Civîna dê were lidarxistin di demeke nêz de û kesên beşdarî civînê nebûne jî dê werin vexwendin.