Pegîda li Swêdê îflas kir
Pegîda (Ewropayiyên Welatparêz ên li dijî Îslamîbûna Rojava) ya dijminê biyaniyan û dijberê Îslamê li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku dawî li xebatên xwe yên Swêdê aniye û rêxistinbûna xwe ya Swêdê belav kir.

Pegîda par di meha Cotmehê de li Elmanyayê hat damezrandin û di serê vê sale de rêxistinbûna xwe ya li Swêdê jî damezrand. Lê Pegîda li Swêdê rastî berxwedaneke mezin hat û çalakiyên ji bo rêxistinbûnê meşand jî bi fiyaskoyê bi encam bûn.
Bi giştî 10 hezar kes destpêkê tevlî çalakiya Pegîda ya li bajarê Malmo bûn, bi giştî 5 hezar kes jî tevlî xwepêşandana protestoya Pegîdayê bûn. Piştî vê binketinê Pegîda ket razanê û di meha Hezîranê de dîsa li Malmoyê di hewldaneke xwepêşandaneke rêxistinkirinê dîsa bi ser neket.
Ragihandina îflasa Pegîdayê ji aliyê rêxistinên li dijî nîjadperestiyê ve weke serketina têkoşîna li hember faşîzmê û nîjadperestiyê hat nirxandin. Ji rêveberêm rêxistina li dijî nîjadperestiyê ya bi navê ‘No Pegîda’ yê Fanny Rosbery îflaskirina Pegîdayê li Swêdê weke serketina tevgerên li dijî nîjadperestiyê dibîne û got ku me karîbû di têkoşîna li hemberî Pegîdayê de girseyên gel seferber bikin.