‘Pêdivî pê hebe em dê bibin mertalên zindî’
‘Pêdivî pê hebe em dê bibin mertalên zindî’
‘Pêdivî pê hebe em dê bibin mertalên zindî’
Endamê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê û Endamê Komîsyona Şopandinê ya Wanê Yilmaz Berkî, diyar kir ku di dema vekişandinê de dê li hemberî provokasyonên pêk bên xebatê bikin.
Rêxistinên sivîl ên civakî piştî biryara KCK'ê ya hêzên HPG'ê di 8'ê gulanê de vekişin bi "Komîsuyonên Şopandinê" yên avakirin pêvajoyê dişopînin. Li Wanê Şaxa ÎHD'ê, Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, KESK, TTB, TMMOB, TUYAD-DER, KURDÎ-DER, MAZLUMDER, GOÇ-DER, HDK, DÎSK, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê, ÎNSAN-DER û VADAY-DER'ê bi vê armancê "Komîsyona Şopandinê" ava kir.
Nûnerê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Yilmaz Berkî dî derbarê xebatên komîsyonê de ji DÎHA'yê re axivî. Berkî diyar kir ku, di pêvajoyekî gelek hesas û ji provokasyona re vekîrî re derbas dibin û wiha got: "Pêvajoyekî hesase. Heta hatin asta vekişandinê ji pêvajoyên gelek zor re derbaz bûn. Em di pêvajoyekî ji provokasyona re vekirî re derbaz dibin. Ji ber ku pêvajoya li ser baweriyê pêk nehat, em rêxistinên sivîl ên Wanê ji bo provokasyon rûnedin me komîsyon avakirin. Ev komîsyon di dema gerîla vekişiya dê tevgera leşkerî û cerdevanan bişopîne. Em dê di vê demê de li gorî serlêdanên ji me re bên tevbigerin. Ev pêvajoyekî dirêje û di nava 2 rojan an jî mehekê de bi dawî bibe nîne. Em dê dem dem biçin qadan û bûyeran bişopînin û wan bikin rapor. Em dê wan raporan bi raya giştî û çapemeniyê re parve bikin. "
Berkî anî ziman ku, di çarçoveya xebatên xwe de dê hinek deman li qadên gêrîlayên HPG’ê jê hatin vekişandin û li navçeyên Wanê xebatan bidin meşandin û wiha axivî: "Em dê herî zêde xebatên xwe li nava sînorên Wanê de bişopînin. Dibe ku li gorî geşedanan xebatên me bên guherîn. Em derveyî sînorê bajarê xwe bûyerekê bibihîzin em weke komîsyon dê li wir xebatan bimeşînin. Ji ber ku hejmara me ya komîsyonê zêdeye em dê weke 2 yekîne xebatên xwe bikin. Xebatên me dê li gorî pêvajoyê û geşedanan pêk bên."
Berkî da zanîn ku, "Di nava komîsyon û nîqaşan de me ji xwe re tu qad nediyar kirin. Em biçin li qadekê bisekinin jî guncaw nabînin. Hêzên navxweyî û derve yên nexwazin pêvajo pêş bikeve hene. Li hemberî îhtîmala provokasyonên derve û hundir pêk bên li qadan na li tevahiya bajar û navçeyên bajar em dê lêkolînan bikin. Li şûna em biçin qada gerîla lê tê vekişandin û derbazbûna wan bişopînin em dê li her qadê bin. Hemû navçeyên Wanê di nava qada xebata me de ne. Em difikirin çalakiyên weke li qadan demek dirêj bimînin û çalakiya mertalên zindî li dar bixin. Em li gorî pêvajo û geşedanan dê gavan bavêjin. Dibe ku gelek pirsgirêk pêk bên û dibe ku bêyî pirsgirêk jî pêvajo pêş bikeve. Her du alî jî bi baldarî gavan diavêjin. Em jî dê li gorî vê yekê pêş bikevin. Para me çi be me jî dê wê bikin. Di dema em diçin qadan em dê bi çapemeniyê re tevbigerin. Em dê dem dem xebatên xwe û çavdêriyên xwe bi çapemeniyê re parve bikin.