Pazarcixiyan destek dan BDP'ê
Pazarcixiyan destek dan BDP'ê
Pazarcixiyan destek dan BDP'ê
Li bajarê Elmanya Maînzê Pazarcixiyên li Komeleya Pazarcixiyan hatin cem hev dan xuyakirin ku ewê di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de destekeke tam bidin BDP'ê.
Pazarcixiyên li bajarên cuda yên Elmanyayê dijîn, duh li Navenda Çandê ya Pazarcixê ya li bajarê Maînzê hatin cem hev, bi komîteyekê re wê ji bo serketina BDP'ê li Pazarcixê bixebitin û bi komên bişînin Pazarcixê re xebatên hilbijartinên herêmî bimeşînin.
Di civînê de li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk Rojda Yildirim axaftina vekirinê kir û destnîşan kir ku serketina BDP'ê di hilbijartinên herêmî de, ji bo pêkhatina rêveberiyên xweser ên kurdan û avakirina xweseriya demokratîk gelekî girîng e.
Yildirim ragihand ku mîna Kurdên ji herêmên din ên Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn Pazarcixî jî beşdarî pêvajoyên hilbijartinan dibin û anî ziman ku li Swîsre û Fransayê bi vê armancê komîte hatine avakirin û ji bo li Elmanyayê jî xebateke bi vî rengî were destpêkirin, ew hatine cem hev.
Di civînê de hat diyarkirin ku li Pazarcixê xebatên hilbijartinê yên BDP'ê zêde bûne û desteka gela ji bo BDP'ê xurt bûye.
Di civînê de hemû beşdaran mafê axaftinê wergirtin û di encamê de komîteyeke ji 13 kesan a xebatên li Elmanyayê bişopîne hat avakirin.
Komîte dê ji navendên Frankfûrt, Stûttgart, Koln, Berlîn û Hambûrgê bixebitin û li navendên cuda komîsyonan ava bike.
Di çarçoveya nîqaşên li civînê de wê li hin navendên hatine diyarkirin panêl werin lidarxistin û li gelek bajaran civînên gel, li çend navendan jî şahiyên piştevaniyê pêk werin.
Di civînê de her wiha komek hat avakirin ku biçe Pazarcixê û xebatên hilbijartinê bimeşîne. Di civînê de bang li hemû Pazarcixiyên li Ewropayê dijîn hat kirin ku di xebatên hilbijartinên herêmî de xwedî li namzetên BDP'ê derkevin.