Paşvekişîn: Ji bo tûgayan Sûbayên Venêrînê hatin peywirdarkirin
Paşvekişîn: Ji bo tûgayan Sûbayên Venêrînê hatin peywirdarkirin
Paşvekişîn: Ji bo tûgayan Sûbayên Venêrînê hatin peywirdarkirin
Piştî biryara paşvekişîna hêzên gerîlayan bo derveyê sînor Serfermandariya Artêşa Tirk li Bakûrê Kurdistanê di tûgayan de hemû yarbayan di bin navê “Sûbayên Venêrînê” de peywirdar kir. Hate zanîn ku ev sûbay dê di mijara vekişîna gerîlayan de venêrîn û çavdêriyê bikin û dê bi awayeke yekser bi Serfermandariya Artêşa Tirk ve girêdayî bin.
Piştî KCK’ê aşkere kir ku dê hêzên gerîlayan ji 8’ê gulanê ve dest bi vekişîna derveyê sînor bikin, Serfermandariya Artêşa Tirk jî li tûgayên herêmê fermandarên yarbay bi awayê sûbay ji bo vekişînê peywirdar kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî wergirtine, yarbay ji aliyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Bejahî û Cendirmeyan ve hatine peywirdarkirin. Hate zanîn ku ev sûbay bi taybet li bajarên Bakûrê Kurdistanê Şirnex, Colemêrg, Wan, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Çewlik, Amed, Erzîngan, Bedlîs hatine peywirdarkirin.
Yarbayên ku di bin navê “Sûbayên Venêrînê” de hatine peywirdarkirin, dê çavdêriya paşvekişîna hêzên gerîlayan bikin û dê derbarê vê mijarê de bi awayeke heftane raporê bide Serfermandariya Giştî ya artêşa Tirk. Hate îdîakirin ku ji van sûbayan di hemû tûgay û tabûran de derfet tên nasîn.