Partiyên Rojava qut kirina ava Firatê şermezar kirin
Partiyên Rojava qut kirina ava Firatê şermezar kirin
Partiyên Rojava qut kirina ava Firatê şermezar kirin
Siyasetmedarên Kurd ên Rojava qut kirina ava çemê Firat a ji aliyê Tirkiyê ve ku di Sûriyeyê de derbaz dike şermezar kirin û dan zanîn ku, Tirkiye pîvanên navnetewî binpê kiriye. Siyasetmedarên Kurd diyar kirin ji bo ku, Tirkiye avê bernede ew dê bê deng nemînin.
Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo di derbarê qûtkirina ava çemê Firatê ya di Sûriyeyê de diherike diyar kir ku, Tirkiye kiryarek li dijî mirovahiyê kiriye. Gedo qutkirina ava Firatê wek qutkirina jiyanê li ser gelê Sûriyeyê û bi taybet ên li nêzî çemê Firatê bi nav kir. Gedo destnîşan kir ku, ew dê helwesta xwe ya şermezarkirinê diyar bikin û ji ber ku ev ne bûyereke hêsan û biçûke.
Gedo bal kişand ku, pêwîste bi awayekî lezgîn û rasteqîne li ser vê bûyera hesas were sekinandin û ger Tirkiye ji gavên xwe paşve nekişiya, dê şandeyek ji hemû pêkhateyên herêmê were avakirin û ji bo çareser kirina vê meselê dê biçinTirkiyeyê.
Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mehmûd Hisên jî helwesta Tirkiyeyê ya ku îdia dike şoreşa Sûriyeyê destek dike û ji aliyekê din ava Firatê li ser Sûriyeyê qut dike, weke durûtî binav kir.
Hisên got ku, ew bang li hemû rêxistinên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin ji bo ku ji vê gava xwe ya dij mirovî vegere û wiha got: ‘’Em wek PYD’ê amadene ku çi karê ji me were xwestin em dê bikin, her wiha em dê bi pêkhateyên din re îtîfaqê bikin ji bo çareseriya vê pirsgirêka dij mirovî.’’
Endamê buroya siyasî ya Partiya Demokratik a Kurdistanê Besam Ebdo jî, destnîşan kir ku ev kiryara Tirkiyê dijî zagonên navnetwî ye û ava Firatê ne ya Tirkiyeyê tenê ye, ev av ya Tirkiye, Sûriye û Îraqê ye, lewre pêwîste Tirkiye gavek ji ya din zûtir ji vê kiryara xwe paşve vegere.
Ebdo bang li Desteya Bilind a Kurd kir ku gavên cidî bavêje û zextê li Tirkiyeyê bike da ku ji van kiryarên xwe vegere û got ku, ew dê bi hemû hêza xwe piştgiriya Desteya Bilind bikin.