Parlementerên YNK’ê serdana piştgiriyê a PYD’ê kirin

Parlementerên YNK’ê serdana piştgiriyê a PYD’ê kirin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 11 parlementerên YNK’ê çûn serdana nûnertiya PYD’ê. Parlementerên YNK’ê ku xebatên xwe yên rêveberiya demî pîroz dikin diyar kirin ku di parlementoya herêmî de li ser mijara dariyê sînor yê Sêmalka û Rojava wê hewil bidin ku rûniştinekî teybet li ser pêk were.

Parlementerên YNK’ê di cîvîna ku li ser pêşketinên dawî yên Rojava û sekna Başûrê Kurdistanê li hemberî pêşveçûnên ku li Rojava çêdibin hat çêkirin de, parlementeran diyar kirin ku ew amadene hemû alîkarî bidin gelê Rojava.

Ji parlementeran Goran Azad diyar kir ku li hemberî hemû pêşveçûnên gelê kurd li hemû parçeyan pêwiste yeketiya xwe berdewam bikin.

Salar Mahmud jî diyar kir ku tiştên niha li Rojavayê Kurdistanê çêdibin weke yên sala 1991’an li Başûrê Kurdistanê hatîn jiyankirinin.

Mahmud got ku Serokê YNK’ê Celal Talabanî hemû demê ji bo kurd di nava yeketî û aştiyê de bijîn xebat kiriye.

Nûnerê PYD’ê Dr. Cafer jî li ser rêveberiya demî agahî dan. Cafer diyar kir li rexmê hemû êrişan pêşketinekî wiha di jîn û wiha got: “Li rexmê hemû êrişên derve çêkirina vê yekê gelek zehmete û pir giringe jî. Li Rojava pêwistiya partiyan ji hebûna gelek helwestan zêdetir bi helwesta netewî heye.”

Piştî hevdîtinan daxuyaniyekî hevpar a çapemeniyê hat çêkirin.

Parlementerê YNK’ê Goran Azad ku di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Em ji bo pîroz kirina hikûmeta ku hatiye îlan kirin hatine vir. Ev dixwazîn tecrûbeyên Başûrê Kurdistanê derbazî Rojava bikîn. Di vê mijarê de em amadene hemû tişta ku dikeve ser milê me bikîn. Em dixwazîn tecrûbeyên xwe yên di derbarê parlemento, şaredarî û çêkirina zagonan de parve bikîn. Dibe ku em biçîn Rojava û komisyonek jî ji wir dikare bê me bibîne.”

Azad diyar kir ku li ser deriyê sînor yê Sêmalkan û rojava wê hewilbidin ku rûniştinekî teybet di parlementoya herêmî de pêk were.

Nûnerê PYD’ê Dr. Cafer jî wiha got: “Em hêvî dikîn ku hemû partî beşdarî serkeftina şoreşa Rojava bibin.”

Parlementerên YNK’ê pirtokên Zagona Serokatiya Kurdistanê, Zagona Rêveberiya navxweyî û Zagonên Kurdistanê diyar kirin.