Parçeyê li Rêûnîon hat dîtin 'teqez' ê balafira Malezya ye!

Parçeyê balafirê yê çend roj berê li girava Rêûnîon a Okyanûsa Hîntê hat dîtin, zelal dibe ku yê balafira Malezyayê ya di Adara 2014'an de winda bûbû.

Parçeyê balafirê yê çend roj berê li girava Rêûnîon a Okyanûsa Hîntê hat dîtin, zelal dibe ku yê balafira Malezyayê ya di Adara 2014'an de winda bûbû. Li gorî Serokwezîrê Malezyyaê parçeyê baskê balafirekê yê di 29'ê Tîrmehê de li girava Rêûnîon hat dîtin, weke ku yê balafira Malezyayê ya bi hejmara MH370 ye. Dozgeriya Komarê ya Parîsê ku der barê mijarê da xuyaniyek da got, "Agahiyên xurt hene ku nîşan didin ev parçe yê balafira MH370 a di Adara 2014'an de winda bûbû."

Serokwezîrê Malezyayê Najîb Razak di daxuyaniya xwe ya beriya niha de diyar kiribû ku di encama lêkolîna heyeteke pispor a navneteweyî de aşkera bûye ku parçeyê baskê balafirê yê balafira windabûye ye. Razak got, "Delîlên fîzîkî hene ku nîşan didin sefera bi hejmara MH370 bi awayekî trajîk li başûrê Okyanûsa Hînt bi dawî bûye."

Lê belê dozgerên Fransayê naxwazin di vî warî de hikmekî teqez destnîşan bikin. Alîkarê Dozgerê Komarê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku encama wan bi dest xistine 'baweriyeke xurt' e.

Balafira bi hejmara MH370 bi 239 rêwiyên xwe ji Kûala Lûmpûr bi hewa ketibû û piştî satekê têkiliya pê re qut bûbû. Lê belê dema dûrahiya girava Rêûnîon û Kûala Lûmpûr were nirxandin, zehmet e ku bê gotin parçeyê hatiye dîtin ê MH370 ye.

Pispor tevî ku aqûbeta balafirê baş nizanin, di wê baweriyê de ne ku divê parçeyên din jî werin dîtin.