PAJK: Em şoreşgerên di meha Gulanê jiyana xwe ji dest dane birêz bibîrtînin
PAJK: Em şoreşgerên di meha Gulanê jiyana xwe ji dest dane birêz bibîrtînin
PAJK: Em şoreşgerên di meha Gulanê jiyana xwe ji dest dane birêz bibîrtînin
Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniya ku bi wesîleya “Şehîdên meha Gulanê” dayî de ragihand ku, jinên Kurd bi bedel û zoriyên mezin çûyîna ber bi biharê ve li bîrê bicih kiriye û her wiha meha Gulanê ji bo jinên Kurd tê wateya qezenc kirina nasnameyê.
Bêjimar jinên şoreşger di rêya aştiyekî biwate û birûmet, yeketiya netewa demokratîk ya gelê Kurd, biratiya gelan û rêya azadiyê de herî zêde di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane.
Koordînasyona PAJK’ê di daxuyaniya dayî de da diyarkirin ku, “Tekoşîna zehmet ya ji nû ve dayîkbûna xwe wateya herî kûr li vê demê kiriye. Ji nû ve dayîkbûnên herî bibandor û çalakiyên çêbûne herî zêde di demê vejîna jina Kurd de biwate bûye. Meha Gulanê bi bedel û zehmetiyên mezin ku ber bi biharê ve diçe li bîrê me bicih bûye: Ji bo Jinên Kurd mehek ya qezenc kirina nasname û biwatebûnê ye. Di rêya aştiyekî birûmet û biwate, yeketiya netewa demokratîk ya gelê Kurd, biratiya gelan û azadbûna bi hev re bêjimar rêhevalên me yên şoreşger ku di zanabûn û dildariya wê de di meha Gulanê de gihane şahadetê. Di serî de destana berxwedana Leyla Qasim, di fermandarîbûyîna jina Kurd de yek ji berpirsyarên herî mezin ya destpêkê rêhevala me Gurbet Aydin (Mizgîn) û yek ji sembolên kevneşopiya berxwedana jinê ya li dijî pêkanînên rejimê û çemka her cure mêtîngerî-înkar-komkujwarî di sêpêyên darvekirinê rêhevala me Şirîn Elemhûlî, heman ruhê azadî, demokrasî û bihevre bûnê temsîl dike.”
PAJK: “Em di salvegera şahadetê de rêhevalên xwe Leyla Qasim, Gurbet Aydin û Şirîn Elemhûlî bi minet û rêzek mezin bibîrtînin û em soz didin ku di rêça wan ya tekoşîna azadî û demokrasiyê de biçin.” Daxuyanî wiha bidawî hat: “Heskirina wan ya welat, hêza wan ya tekoşînê û girêdana wan ya bi azadiyê re, di tekoşîna aştiyê ya em birêve dibin de mîsyona pêşengtiya jinê û biryarbûna me pêktîne. Pêvajoya ku Rêber Apo ya “Rizgariya Demokratîk û Pêngava Avakirina Jiyana Azad’ daye destpêkirin û ji bo aştiyekî birûmet û mayîn de çêbibe herî zêde mîsyona pêşengtiye daye jinê, bêgûman çavkaniya xwe ji sekna azadiya jinê ya temsîla xwe ji kesayeta van rêhevalan digire ye. Li ser vî bingehî em bang li hemû jinên Kurd, gelê Kurd, Tirkiyeyî û derdorên welatparêz-demokatîk yên Rojhilata Navîn ji bo xwedî derketina li bîranînên di serî de Leyla Qasim, Gurbet Aydin û Şirîn Elemhûlî û hemû şehîdên meha Gulanê, di pêvajoya dîrokî ya Rizgariya Demokratîk de di zanabûna berpirsyartiyên xwe yên dîrokî de bin û xwedî li tekoşîna mezin ya aştiyê derbikevin.”