Ozgur Gundem: Li gel her tiştî em li vir in

Ozgur Gundem: Li gel her tiştî em li vir in

Rojnameya Ozgur Gundemê, ji ber 19. salvegera bombekirina Ozgur Ulkeyê daxuyaniyek da û got, "çawa ku me duh li dijî bombeyan li ber xwe dan, îro jî emê li dijî terora girtinê ya bi navê dadgeriyê tê meşandin, li ber xwe bidin. Di manşeta rojek piştî bombekirina rojnameya me de me gotibû 'Ev agir dê we jî bişewitîne'. Em şahidin ku agirê heqîqetê dikare hemû desthilatdariyan bişewitîne. Bi mîrateya me ji Ersîn Yildizan wergirt re em vê dibêjin; Li gel her tiştî em li vir in."

Rojnameya Ozgur Gundemê, bi wesîleya 19. salvegera êrîşa bombeyî ya li hemberî Ozgur Ulkeyê bi sernavê "Ev agir dê we jî bişewitîne" daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşên bombeyî yên heman demê li dijî navenda Ozgur Ulke ya Stenbolê û buroya li Enqereyê di 3'ê Kanûna 1994'an de hat kirin, wezîfedarê ragihandinê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên rojnameyê birîndar bûn.

Di daxuyaniya rojnameyê de behsa salên 1990'î ku veguherîbû tinekirina fîzîkî ya înkara gelê Kurd û wiha hat gotin:

"Bêguman di şert û mercên şer de mafê civakê yê hînbûna rastiyan, heqîqetê gelekî pêwîste. Kevneşopiya çapemeniya azad, ji bo bersivdayîna li vê pêwistiya heqîqetê derket holê, kuştinên kiryar nediyar, înfaz û komkujiyên giştî yên rêxistinên şer ên dewletê JÎTEM, Gladyo dikir nûçe û tarîtî ronî dikir.

Tişta ku desthilatdar herî zêde jê ditirsiya dikir, ji kral re digot tu tazî ye. Berdêla nivîsandina rastiyan li ser vê axê giran bû. Diyar bû ku hêzên êrîşî civaka Kurd û hêzên demokrasiyê dikir, dê berê xwe bida pênûsên rastiya van êrîşan dinivîsandin.

Rojname bê navber rastî dinivîsand. Mezin bû. Di bin siya çinarên mezin de çinarên nû afirand."

BOMBEKIRIN BI FERMANA TANSÛ ÇÎLLER HAT KIRIN

Rojnameyê diyar ku Ozgur Ulkeyê di wê demê de li aliyekî înfaz û komkujiyên çeteyên dewletê kifş dikir, ji aliyê din ve jî hêzên înfazkar ên li pişt êrîşên li hemberî xwe derdixist holê. Rojnameyê destnîşan kir ku bombekirin yekser bi fermana Serokwezîra wê demê Tansû Çîller û MGK'ê hat kirin.

Rojnameyê got, "Bi belgeyan aşkera bû ku bombekirina bi fermana Serokwezîra wê demê Tansû Çîller û MGK'ê hat kirin. Di belgeya bi îbareya 'Nepenî' de Çîller digot, "Vê rojnameyê berteref bikin!' Berdêla wê giran be jî îro diyare ku ne nûnerên heqîqetê, hêzên xwe ji komkujî û zilmê xwedî dikin, berteref bûne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zextên li hemberî çapemeniya azad a di salên 90'î de hatin kirin îro jî dewam dikin û hat bibîrxistin ku bi dehan rojnamevan tên darizandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Yên ku wê demê dikuştin, niha digirin. Siyasetmedarên Kurd, parêzer, parêzvanên mafên mirovan û hevalên me yên rojnamevan di bin navê 'Dozên KCK'ê' de dîl tên girtin, karê wan ê rojnamevaniyê weke sûc tê dîtin. Yên ku li 30 salên bihurî vegerin û temaşe bikin dê bibîn ku desthilatdariyên xwe nêzî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nekirine, berteref bûne. Dîsa dîrokê nîşanî me daye ku yên hem dibêjin çareserî hem jî bi Roboskiyan, Ceylanan, Ûgûran re rûbirû nabin, dê berteref bibin."

'TI HÊZ JI HEQÎQETÊ BIHÊZTIR NÎNE'

Ozgur Gundemê diyar kir ku ji ber zext û girtinên li hemberî saziyên çapemeniya alternatîf, îro Tirkiye veguheriye girtîgeha rojnamevanan û destnîşan kir ku di şûna bombekirinê de girtin, avêtina ji kar a rojnamevanan, bicih bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lê belê divê neyê ji bîrkirin ku ti tiştek ji heqîqetê bihêztir nîne" û daxuyanî wiha bi dawî bû:

"Bi hêza ku ji heqîqet û têkoşîna demokrasî û azadiyê wergirtine çawa ku me duh li dijî bombeyan li ber xwe dan, îro jî emê li dijî terora girtinê ya bi navê dadgeriyê tê meşandin, li ber xwe bidin. Di manşeta rojek piştî bombekirina rojnameya me de me gotibû 'Ev agir dê we jî bişewitîne'. Em şahidin ku agirê heqîqetê dikare hemû desthilatdariyan bişewitîne. Bi mîrateya me ji Ersîn Yildizan wergirt re em vê dibêjin; Li gel her tiştî em li vir in."