Orhan Dogan hat bîranîn
Orhan Dogan hat bîranîn
Orhan Dogan hat bîranîn
Parlamenterê berê yê DEP'ê Orhan Dogan, di 6. salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ji aliyê bi sedan kesî ve hat bîranîn. Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê li vir axivî û got, "Eger Orhan Dogan niha di nava me de bûya, wê ji bo aştiyê ji herkesî bêtir bixebitiya."
Parlamenterê berê yê DEP'ê Orhan Dogan ê ku di 29'ê Hezîrana sala 2007'an de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Şirnex Cizîrê li ser gora xwe hat bîranîn. Bi sedan kesên li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn hatin gel hev, ber bi Goristana Cizîrê ya gora Dogan lê ye, meşiyan.
Di meşê de Parlamenterê BDP'ê yê Şirnex Hasîp Kaplan, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Niyazî Çevrîm, serok û rêveberên BDP'ê yên navçeyê, endamên KURDÎ-DER, MEYADER, Serokê Baroya Şirnexê Nûrşîrevan Elçî, parêzerên ser bi Baroyê û zarok û ximzên Orhan Dogan amade bûn.
Girseya gel a bi meşê gihaşt goristanê, qurnefîl û kulîlk danî ser gora Orhan Dogan, deqeyek rêz girt û dûa kir. Li dû dûayan Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan li ser gora Orhan Dogan axivî 3u got, "Em îro ji bo şehîdê aştî, azadî û demokrasiyê Orhan Dogan hatine cem hev. Ez bawer dikim, eger Orhan Dogan îro di nava me de bûya, ewê ji herkesî zêdetir ji bo aştiyê kar bikira. Em îro li vir li Cizîrê dibêjin, ku keda şehîdên me gelek e. Emê vê têkoşîna ku keda şehîdên me ye, bimeşînin. Gelê me ji demokrasî û aştiyê bawer e. Gelê Cizîrê û gelê Botanê wê di rêya Orhan Dogan de ji bo aştiyê hîn bêtir bixebitin û bi kedeke mezin li têkoşîna xwe ya bi rûmet xwedî derkevin."
Piştî Kaplan keça Dogan Ayşegul Dogan peyivî û got, "Bavê min ne tenê ji bo me bavek bû. Di heman demê de hevalek bû, rêhevalek bû. Em bi perwerdeya wî mezin bûn. Perwerdeya me li ser hezkirina mirovahiyê û aştiyê ye. Xeyala yekane ya bavê min, hatina aştî û demokrasiyê li vî welatî bû."
Di merasîma bîranînê de herweha êrişa leşkerên Tirk li navçeya Amed Licê ya li dijî girseya gel a çêkirina qereqola Hêzanê şermezar dikir û di encamê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn, bi tundî hat şermezarkirin.