OIM: Çola Sahra bi qasî Derya Spî dikuje
Li Çola Sahra ku germahî 40 dereceyî derbas dike, mirinên penaberan jî zêde dibin. Li gorî OIM’ê di vê mehê de herî kêm 18 kesî li Çola Sahra jiyana xwe ji dest dane.
Li Çola Sahra ku germahî 40 dereceyî derbas dike, mirinên penaberan jî zêde dibin. Li gorî OIM’ê di vê mehê de herî kêm 18 kesî li Çola Sahra jiyana xwe ji dest dane.
Li Çola Sahra ku germahî 40 dereceyî derbas dike, mirinên penaberan jî zêde dibin. Li gorî OIM’ê di vê mehê de herî kêm 18 kesî li Çola Sahra jiyana xwe ji dest dane û li çola ku wê nêzî sed hezar kes derbas be de, bi sedan kes wê bi mirinê re tên rû hev.
Li gorî agahiyên ku Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (OIM) ya navenda wê li Cenevreyê ye daye, 18 kesên dema xwestine Çola Sahrayê derbas bikin, ji tîbûna jiyana xwe ji dest dane. Ji penaberên ku yek jin bû, ji bajarê Arlît ê Nîjerê ji bo ku biçin Ewropayê ber bi Cezayirê ketin rê û li çolê rêya xwe winda kirine.
Hat diyar kirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane tenê bi cenazeyên ku dîtine, dane û tê texmîn kirin ku ev rastî bahoza xîzê hatine û rêya xwe winda kirine. Hat destnîşan kirin ku penaber ji welatên wekê Nîjer, Malî, Senegal, Lîberya, Gîne û Cezayîrê hatine û di 3’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane.
Dîrektorê OIM’ê general Wîllîam Lacy bi lêv kir ku Çola Sahrayê ji bo penaberan bi qasî Derya Spî mirovan dikuje û wiha berdewam kir: “Lê piraniya mirinên li vir nayên zanîn. Cenazeyên piraniya penaberan jî nehatine dîtin.”
OIM’ê da zanîn ku tê texmînkirin îsal wê nêzî 100 hezar kesî ji parzemîna Afrîkayê çola Sahra derbas bikin û biçin Ewropayê. Lê ji ber germahî, bahoz û birçîbûnê guman heye ku bi sedan kes bimirin.
Rêyeke din ya penaberan ya biçin Ewropayê Derya Spî ye. Li gorî daneyên OIM’ê di 5 mehên ewil ên salê de 100 hezar penaber ji ser Derya Spî re derbasî Ewropa bûne û herî hezar 865 kes jî xeniqîne.