Ocalan: Mandela çavkaniya me ya îlhamê ye

Ocalan: Mandela çavkaniya me ya îlhamê ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, di nameya xwe ya ji bo Nelson Mandela yê piştî hepsa 27 salan a li Girava Robbenê dawî li rejîma nîjadperest anî de got, "Modela demokrasiyê ya we li welatê xwe afirandin, ji bo gelê Kurd bûye çavkaniya îlhamê."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Gulana 2010'an de ji Mandela re nameyek şandibû.

Ocalan di nameya xwe de diyar kir ku modela demokrasiyê ya Mandela li Efrîka Başûr afirand mînakeke û bibîr xist ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û bicihkirina çanda demokrasiyê li nava civaka Rojhilata Navîn bi salane ew di nava hewldanan de ye. Ocalan destnîşan kir ku bi revandina korsanwarî û bicihkirina li girtîgeha Îmraliyê re hatiye xwestin ku ev hewldanên wî bên astengkirin.

Ocalan anî ziman ku der barê Mandela û gelê Efrîka Başûr de ew xwedî hestên hurmet, hezkirin û dostaniyê ye û got, "Armanca rêwîtiya min a Efrîkayê ew bû, ku ez xwe bigihînim Efrîka Başûr, bi we re hevdîtinê bikim, ezmûnên we yên têkoşînê ku ji bo min giranbuha ne, parve bikim. Lê belê bi lîstika Kenyayê re ev derfet ji destê me girtin."

ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ YA GELÊ KURD

Nameya Ocalan a ji bo lîderê dîrokî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela re nivîsand wiha ye:

"Li Efrîka Başûr, di encama têkoşîna bi rêbertiya we de, zîhniyet û rejîma apartheîd a rê li ber pevçûnan vedikir ji holê rabû, li ser bingeha hişmendiya azadî, wekhevî û demokrasiyê modekeke mînakdar a demokrasiyê ya jiyaneke bi hev re ya di nava aştiyê de, derket holê. Ev modela demokrasiyê, mîna hemû gelan ji bo gelê Kurd jî çavkaniya îlhamê ye.

Armanca me jî ew e ku pirsgirêka Kurd a veguheriye çavkaniya pevçûn û neçareseriyê, bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane çareserkirin e. Em dixwazin li nava civaka Rojhilata Navîn çanda demokrasiyê bicih bikin, dewletan jî di warê demokrasiyê de hestiyar bikin. Bi salane ji bo vê di nava hewldanan de me.

Lê belê hêzên hegemon ên navneteweyî yên li hemberî hewldanên min ên çareseriyê neçareseriyê ferz dikin, ji bo hewldanên me yên aştî û çareseriya demokratîk vala derxînin, çi ji destê wan hatin kirin, dikin. Hêza hegemon a cîhanê ya demê bi pêşengiya Îngilîstanê di sala 1920'an de bi polîtîkaya di encama biryarên Konferansa Qahîreyê de hatin wergirtin de dixwaze pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêle û bi vê rê re dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye ku Kurd lê dijîn, bi vî rengî jî tevahiya Rojhilata Navîn kontrol bikin. Li vê planê dûre Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) zêde bû.

JI MIN RE GOTIN KU DÊ MIN BIBIN EFRÎKA BAŞÛR

Bi serkêşiya rêxistinên îstîxbaratê yên Îngilîstan, DYA û Îsraîlê re revandina min a bi korsanî, radestkirina min bo Tirkiyê, ragirtina min li girtîgehek li Girava Îmraliyê, astengkirina hemû hewldanên me yên ji bo çareseriyê, encama roja îro ya vê polîtîkayê ye.

Ji bo dawî li neçareseriya ku vê polîtîkayê ferz dikir, ji bo çareseriya demokratîk a gelê me ji min hêvî dike, ji bo pêkanîna hêvîya azadî û aştiyeke bi rûmet ez derketim Ewropayê. Lê belê van hêzan zext li welatên Ewropayê kirin û neçar hiştin ku derkevim derveyî sînorên Ewropayê. Qadên hewayî Yên Ewropayê li min girtin.

Herî dawî min ji Yewnanîstanê re got ku dixwazim biçim Efrîka Başûr. Soz dan min ku piştî sekneke li Kenyayê dê min bibin Efrîka Başûr. Li ser vê yekê weke rawestgeheke navberê min qebûl kir ku biçim Kenyayê. Dema li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê ya li Kenyayê bûm Sefîrê Yewnan ji min re digot, di mijara çûyîna Efrîka Başûr de ew li benda encama hewldanên xwe ne. Lê belê dê piştre diyar bibûya ku Hikûmeta Yewnan û Sefaretxaneya wan, di vê mijarê de serlêdaneke fermî li Hikûmeta Efrîka Başûr nekiriye û ev yek lîstikeke. Bi vî rengî min mijûl kirin, piştre ji sefaretxaneya Yewnanîstan a li Kenyayê derxistin û bi zorê li balafirgeha Tirkiyê ya berê li balafirgeha Kenyayê dihat rawestandin, siwar kirin.

RÊWÎTIYA MIN EFRÎKAYÊ JI BO HEVDÎTINA BI WE RE BÛ

Armanca rêwîtiya min a Efrîkayê ew bû, ku ez xwe bigihînim Efrîka Başûr, bi we re hevdîtinê bikim, ezmûnên we yên têkoşînê ku ji bo min giranbuha ne, parve bikim. Lê belê bi lîstika Kenyayê re ev derfet ji destê me girtin. Rêwîtiya min a bi hestên dostaniyê bo Efrîka Başûr ji ber vê sedemê nîvco ma.

Her çend rêwîtiya min a Efrîka Başûr, daxwaz û hewldanên min ên hevdîtina bi we re nîvco mabin jî ez hînê li vir im; Li Girtîgeha Girava Îmraliyê der barê we û gelê Efrîka Başûr de ez xwedî hestên hurmet, hezkirin û dostaniyê me. Baweriya min tam e ku hûn jî têkoşîna me ya aştî û çareseriya demokratîk ji nêz ve dişopînin û dê alîkariyê bidin çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd. Bi van hest û nêrînan di serî de ji bo we Birêz Nelson Mandela silav û hurmetên xwe pêşkêşî tevahiya gelê Efrîka Başûr dikim."