NY: Divê polîtîkayên koçberiyê ji nû ve werin nirxandin

Komîserê Bilind ê ji Mafên Mirovan Berpirsyar ê NY Zeyd Raad El-Huseyîn diyar kir ku hêzên navneteweyî nikarin mafên koçberan biparêzin. El Huseyîn destnîşan kir ku divê YE deriyê xwe hîn bêhtir li koçberan veke.

Komîserê Bilind ê ji Mafên Mirovan Berpirsyar ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad El-Huseyîn diyar kir ku hêzên navneteweyî nikarin mafên koçberan biparêzin. El Huseyîn destnîşan kir ku divê Yekîtiya Ewropa (YE) deriyê xwe hîn bêhtir li koçberan veke.

Komîserê Bilind ê ji Mafên Mirovan Berpirsyar ê NY Zeyd Raad El-Huseyîn di vekirina rûniştina 29. a Konseya Mafên Mirovan a NY de peyivî. El Huseyîn siyaseta hêzên navneteweyî ya li hemberî koçberan rexne kir û di serî de Yekîtiya Ewropa bang li dewletên din kir ku hîn bêhtir deriyê xwe li koçberan vekin.

El Huseyîn da zanîn ku koçber jî xwedî heman mafên mirovên din e û got, "Vîzeya xwe hebe yan jî nebe, her koçber xwedî wî mafî ye ku mîna mirovên li vê derê bijîn. Ji ber ku ji zext, şîdet û xizaniya li welatê xwe reviyane û hatine vê derê, nabe ku sûcdar bên dîtin."

El Huseyîn polîtîkaya hêzên navneteweyî û YE ya li hemberî koçberan ku wan weke "barê li pişta xwe" dibînin rexne kir û anî ziman ku koçber ji aliyê mezinbûna aboriyê ya civakan ve, tevkariyeke mezin dikin.

El Huseyîn bal kişand ser ji destdayîna jiyana koçberên li Derya Spî û ji Ewropayê xwest, ku dest ji helwesta xwe ya li hemberî koçberan berde.

El Huseyîn her wiha krîza li Başûrrojhilatê Asyayê jî nirxand û polîtîkaya Awûstûralyayê ya qebûlnekirina koçberan rexne kir.

Komîserê NY El Huseyîn herî dawî bang li hemû welatan kir ku polîtîkayên xwe yên li hemberî koçberan di ber çavan re derbas bikin.