Nûçeyên Ahmet Turk îstifa kir hatin direwandin

Nûçeyên Ahmet Turk îstifa kir hatin direwandin

Nûçeyên ku Hevserokê Kongireya Civaka Demokratîk Ahmet Turk ji bo namzetiya serokê şaredariya Mêrdînê ji erka xwe îstifa kiriye ji aliyê DTK’ê ve hatin direwandin.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Nûçeyên ku îro di çapemeniyê de di derbarê Hevserokê Me yê DTK’ê Ahmet Turk ku îstifa kiriye paya rastiyê nîne. Hevserokê me Ahmet Turk weke hevserokê DTK’ê karê xwe berdewam dike.”