Nobeda Konê li Wanê hat guhertin
Nobeda Konê li Wanê hat guhertin
Nobeda Konê li Wanê hat guhertin
Li Wanê Nobeda Konê Çareseriya Demokratîk, ku ji bo şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê destpêkiribû, dewrî komek nû hat kirin.
Nobeda Konê Çareseriya Demokratik ku ji bo şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê li gundê Tepelî yê Navçeya Çardêranê hatiye vedan, ji koma berê dewrî koma nû hat kirin. Koma ku ji navçeya Bêgirê hat, nobet ji koma berê dewir girt û dest bi nobetê kir. Di merasima dewirgirtina nobetê de parlamenterên BDP'ê, rêveberên BDP'ê, nûnerên TUYAD-DER, ÎHD û gelek welatiyên gundên derdorê jî amade bûn. Di merasima dewirgirtina kon de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, axivî û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya demokratîk daye destpêkirin. Divê herdu alî jî hesas tevbigerin. Gelê kurd di vê pêvajoyê de erka li ser milê xwe pêk anî. Lê hikûmeta AKP'ê peyvira xwe pêk neanîye. Ji bo ev pêvajo bi serketî û aştiyane pêş bikeve, divê berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigêje Azadiya xwe. Piştî nobet hat dewirgirtin welatiyan li dora kon govend gerand.