Nobeda ji bo Ocalan koma Den Haagê digire
Nobeda ji bo Ocalan koma Den Haagê digire
Nobeda ji bo Ocalan koma Den Haagê digire
Li bajarê Fransa Strasbourgê çalakiya nobedê ya li ber avahiya Konseya Ewrûpayê, di roja xwe ya 336. de ji aliyê komên nû ve dewam dike. Nobed, ji aliyê koma 49. a ji bajarê Holanda Den Haagê ve dewir hat girtin.
Yek ji endamên komê Muslum Yîgît da xuyakirin, ku ew ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî tevlî vê çalakiyê dibin û diyar kir, ku wê weke koma ji Den Haagê heft rojan nobedê bigirin. Yîgît ragihand ku di tevahiya nobeda xwe de ewê broşurên li ser jiyana Ocalan belav bikin û di çarçoveya kampanya îmzeyan a navnetewî de, îmzeyan berhev bikin.
Ji endamên komê Nezîr jî anî ziman ku ev çalakiya wan ji koma Belçîkayê dewir girtiye, wê encamû deskevtiyên wê hebin û Mehmet Batmaz jî got, "Ji bo azadiya Rêberê xwe, ji bo bidawîkirina dîlgirtina wî, em li vê derê ne." Çalakgeran dan xuyakirin ku ewê di bin dirûşma "Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu", heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam bikin.