Nisêbîniyan derabeyên xwe nevekirin

Nisêbîniyan derabeyên xwe nevekirin

Li navçeya Nisêbînê ji ber leşkerên Tirk li Lîcê gel gulebaran kir û di encamê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn, esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe nevekirin.

Li navçeya Nisêbînê Mêrdinê bi armanca şermezarkirina bûyera ku di 28 Haziran li navçeya Lîcê di protestokirina avakirina qerqolande leşkeran gulebarandibûn ser gel û di encama gulebarandinê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji destda û 8 kes birîndarbûn ji bili firinên nan hemû dikan girtîne. Navçe bêdeng e.