Li bajarê Dresden ê li rojhilatê Elmanyayê, li dijî konê ji bo hezar 100 penaberên Sûriyeyê hatiye vedan, nîjadperestan xwepeşandanek lidar xistin. Nîjadperestan êrîşî çepgirên ji bo piştgiriya penaberan çalakiyan lidar dixin, kirin.
Di bûyerê de gelek kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku beriya çend rojan jî gelek karmendên dewletê rastî êrîşê hatibûn.
Ji ber hatina bi qasî 500 penaberên Sûriyeyî, komên çep ên li bajêr duh 'çalakiya pêşwazîkirinê' lidar xistin û bi qasî 350 kes beşdar bûn. Lê belê di heman kêliyê de 200 nîjadperestên endamên Partiya Neteweperest a Elmanya (NPD) li dijî penaberan çalakî lidar xistin.
Tê gotin ku endamên NPD tevî hebûna polîsan êrîşî çalakvanên çepgir kirine û di pevçûnê de herî kêm 3 kes birîndar bûne. Hat ragihandin kesên di çalakiyê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li derdorê.
Li konê li Dresdenê hat vedan, tê payîn ku hezar 100 penaber bicih bibin. Li hemberî wargeha ji konan a li qadeke vala ya li sîsteya pîşeyî hatiye avakirin, bi rojane çalakiyên provokatîf tên lidarxistin. Rayedarên eyaleta Sachsenê danx uyakirin gelek xebatkar û karmendên wan ên xebatên agahdarkirina mijarê dimeşandin, rastî êrîşê hatine.