Nîjadperestan li PE’yê koma xwe ya duyem ava kirin

Eniya Neteweyî (FN) ku xwedî kursiyên herî zêde yên Fransayê yên li Parlamenta Ewropayê (PE) ye, ragihand ku wan xebatên ji bo avakirina komê temam kirine.

Eniya Neteweyî (FN) ku xwedî kursiyên herî zêde yên Fransayê yên li Parlamenta Ewropayê (PE) ye, ragihand ku wan xebatên ji bo avakirina komê temam kirine. Bi vê koma nû ya ku FN bi partiyên din ên nîjadperest ên welatên YE re ava dike re, hejmara komên dij YE û biyaniyan wê bibe du qat.

Di hilbijartinên 2014’an de Fransayê 74 kursî şand PE’yê û ji vê partiya FN 24 kursî qezenc kir. Seroka FN’ê Marîne Le Pen diyar kir ku li PE’yê kom ava kirine. Le Pen da zanîn ku kom bi navê ‘Ewropaya Netewe û Azadiyan’ ava kirine û der heqê partiyên pêkhateyên komê de, agahî neda.

Ji bo li PE’yê kom bê avakirin divê herî kêm ji 7 welatên cuda 25 parlamenter bên cem hev.  Tê zanîn ku sala bûhrî FN’ê bi partiyên wekê Belçîka, Avusturya, Îtalya û Hollandayê re li hev kirine. Ji van partiyan ya Belçîkayê Vlaams Belang, ji Hollandayê Partiya Azadiyan (PVV), ji Îtalyayê Lîga Bakur û ji Awûsturyayê jî Partiya Azadiyan (FPO) bi dijminahiya xwe ya biyaniyan tên zanîn.

Du welatên din jî yên beşdarî komê bûne hînê nayên zanîn. Li PE ya ku ji 28 welatî ji 751 parlamenterî pêk tê, di bin lîderiya Partiya Serbixwe ya Brîtanyayê ya dij YE’yê koma bi navê ‘Li Ewropayê Demokrasiya Azadiyan’ heye.

Ji bo her koma siyasî ya li PE’yê tê avakirin di 5 salan de di navbera 20-30 mîlyon euroyî de alîkarî tê kirin û di nava vî pereyî de mehaneyên parlamentan nîne.