Nexweşxaneya Roj dest bi xizmeta gelên Serêkaniyê kir

Nexweşxaneya Roj dest bi xizmeta gelên Serêkaniyê kir

Bi Însiyatîfa Heyva Sor a Kurd û Meclîsa Tenduristiya bajarê Serêkaniyê Nexweşxaneya Roj bi merasîmekê hate vekirin.

Li bajarê Serêkaniyê bi Însiyatifa Heyva Sor a Kurd û Meclîsa Tenduristiya bajêr nexweşxaneya Roj bi merasîmekê û bi beşdariya nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistin û partiyên siyasî yên bajêr hate vekirin.

Di merasîmê  Dr. Ciwan Mistefa der barê girîngiya vekirina nexweşxaneyê de axivî. Di dawiya merasîmê deriyê nexweşxaneyê ji aliyê Saziya Dayîkên Aştiyê ve hate vekirin.

Nexweşxaneya Roj piştî ku bajarê Serêkaniyê ji destê çeteyan hate rizgarkirin, yekem nexweşxane ye ku bi destê Heyva Sora Kurd û Meclîsa Tenduristiya bajara Serêkaniyê tê vekerin. Di nexweşxaneyê de beşên cuda hene wek "beşa lezgîn, beşa emeliyatan, beşa çavdêriya taybet, beşa radiografîk, labiratuwar, beşa taybet ji bo jinan û beşa diranan."

Rêberiya nexweşxaneya Roj diyar kir ku nexweşxane dê rojê 24 seatan vekirî be û wê pêşwaziya welatiyan bike.