Navenda Ciwanên Kurd hate şewitandin
Navenda Ciwanên Kurd hate şewitandin
Navenda Ciwanên Kurd hate şewitandin
Avahiya Tevgera Ciwanên Kurd a Girkê Legê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hate şewitandin. Di encama şewata ku ji aliyê hêzên asayîşê û îtfayê ve hate vemirandin de, ziyana madî çêbû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şevêdin dema ku tu kes di avahiyê de nebûye, kes an jî kesên nasnameya wan nediyar, avahiya Tevgera Ciwanên Kurd şewitand. Li ser agahdarkirinê ekîbên asayîşê û îtfayeya Rimêlanê çûn cihê bûyerê û agir vemirand. Di encama şewatê de tiştên di avahiyê de hemû şewitîn.
Hêzên Asayîşê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.
Li aliyê din Berpirsyarê Tevgera Ciwanên Kurd Mehemed Remezan ji hêzên asayîşê re got ku, ew wekî tevgera ciwanan girêdayî yan jî alîgirên tu rêxistinan nînin. Mehemed Remezan destnîşan kir ku, tu kesî ew tehdît nekirine û got: “Daxuyaniyên ku li ser navê me tên dayîn û tê îdîakirin ku hinek derdoran em tehdît kirine ne rastin.”