Navenda Çanda Welat vebû

Navenda Çanda Welat vebû

Li bajarê Belçîka Genkê, Navenda Çanda Kurd a Welat ku, ji aliyê komeke nijadperest ve hatibû şewitandin ji nû ve vebû.

Navenda Çanda Kurd a Welat a li bajarê Belçîka Genkê ku, roja 16'ê Çileya sala 2013'an de ji aliyê komeke nijadperest ve hatibû şewitandin, bi merasîmeke beşdariya sedan kesî ji nû ve hat vekirin.

Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal axaftina vekirinê kir û bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Kartal got, "Êdî ti hêz nikare mîna berê bimeşe. Bi feraseteke nû re herkesê biguhere. Me ev guhertin ji nava xwe dan destpêkirin. Li ser vê bingehê ji 4 konferansên Rêber Apo pêşniyar kir, 3 jê pêk hatin."

Kartal bal kişand ser avabûna KCD-Ewropa û got, "Li Ewropayê, saziyên Kurdistanî, saziyên Kurd xwe ji nû ve birêxistin dikin. Hemû di bin navê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê de dicivin. Komeleyên me jî vediguherin Navendên Civaka Demokratîk."

Serokê KONGRA GEL Kartal bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku, piştgiriyê bidin gelê Rojavayê Kurdistanê.

Merasîma vekirinê, piştî dayina xwarinê bi dawî bû.