Nameya Ferzad Kemanger ji bo hezkeriya xwe
Nameya Ferzad Kemanger ji bo hezkeriya xwe
Nameya Ferzad Kemanger ji bo hezkeriya xwe
Nameya girtiyê Kurd ê siyasî Ferzad Kemanger ku 9’ê gulana 2010 ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû bidarvekirin, ji hezkiriya xwe re nivîsandibû, hate weşandin. Mamoste Ferzad Kemanger di nameya xwe bi hestên welatparêzî û evîndariyê nivîsandiye de dibêje: “Awaza ku bi gotina wê, bikarîn dest di destên hev de li dora agirê Newrozê, bi dengekî bilind biqêrîn, bikenîn, govendê bigrîn û bi hev re awazê bêjîn.”
Roja 9’ê Gulana 2010’an j mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan, li Girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin îdamkirin. Nameya Kemanger ji hezkiriya xwe re nivîsandibû cara yekem di malpera NNS ROJ de hat weşandin û gihişt destê ANF’ê wiha ye:
“Car din silav nazdara min
Dema te ji min pirsî ji kîjan awazê hez dikî da ku bo min bijenî, bo demekê ponijîm, bêdeng bûm, min hizra xwe ser û bin kir da ku bikaribim awaza ku hemû hestên min piştî demeke dirêj a dûrbûna ji te nîşanbide, bilêv bikim.
Min xwest xweştirîn û aşiqanetirîn awazê hilbijêrim. Lê min hêj navê awazê negotibû ku te awaza ‘’Nazdara Miryem’’ bi xweşî bo min jenî, da têlên telefonê wan hemû hest û şahiya te û awaza nazdara Miryem bigehînine dilê min.
Pirsa te û awaza ’’Nazdara Miryem’’ hencetek bû bo nivîsandina wê dilnivîsê. Nameya ku dizanim bi caran dê vebibe û dê bête xwendin,lê hêvîda rim kesa dawî ku nameyê dixwîne tu bi xwe bî.
Dilovana min: Her strana ku min di hizra xwe de hilbijart,nîşanek ji sêdarê, ramûsana dawiyê, zilma çevsêner, qamçiya bêedaletiyê, cewra nêçîrvan û hêsira dayikan têde hebû.
Ji wê tirsiyam ku tiliyên te bi lêketina wan hemû peyvên tije êş, ji jenînê raweste. Min berê xwe da awazên welatê xwe. Min dît di muzîka me de jî şopa xwîn, bêhna risasê û şopa postalên eskerî heye. Dîsan tirsiyam ku çavên te bigirîn û ji bo jenînê hêzek di destên te de nemîne.
Min biryar da ji te re bêjim, tu bi xwe helbestekî binivîsî û awazeke tije ji hêviyê biafirînî. Awaza ku bi dizî nebêjîn, hêdî didil de neyê gotin û ji ber vê nehêne girtin, awaza ku bi gotina wê, çavên me tije hêsir nebin û berê me nede çarçoveya wêneyên daliqandiyên ser dîwar û nebe sedema hilke hilka giriyana me.
Awaza ku bi gotina wê, bikarîn dest di destên hev de li dora agirê Newrozê, bi dengekî bilind biqêrîn, bikenîn, govendê bigrîn û bi hev re awazê bêjîn.
Tenê ji bîr neke: noteya awazê ji bo keçikekê binivîse ku hez dike Maderê (1)’’Dayê’’ û Zenê(2) binivîse ’’Jin’’. Lê mixabin, mixabin nizane ku di sibe rojê de dema bû dayik, bi hêviya cinsiyeta nêrbûnê li tovê rehima wê digerin.
Ji bo keçikekê ku di welatê wê de, jin ji bo giheştina mafên serekeyên xwe lazime hepsê bibînin.
Ji bo keçikekê ku di sibe roja mezinbûnê de, li pey ezîzê wenda bûyi yê xwe, girtîgeh bi girtîgeh digere û ji bo vedîtina navê ezîzê xwe di nava kesên zindî de, çav li kaxeza zeliqandiya ser derê girtîgehê birriye.
Noteya awaza xwe ji bo kurikekî binivîse ku dixwazenan bi ’’çurek’’ û avê binivîse ’’su’’. Lê mixabin, mixabin nizane ku sifreyawala ji nan a bavê wi yê karker bi tu ziman û peyvekî tije nabe.
Ji bo destên qelişyayên bavê wî, ji bo çavên ne ronêndayika wî noteyekî binivîse ku mizgîniya nan be, noteya ku hizra feqirî ûnewekheviya salên dûr û dirêjên jiyana wî dubare neke.
Ji bo dayika ku bi salane çav li derî, li benda hatina zarokên xwe ye û hemû rojên pêncşeman goreke bênav û nîşan û nav hev de şikestî, dûr ji çavên xelkê hembêz dike, helbestekî binivîse.Dayika ku bi salane ji ber ewqas hêvî û wefadariya xwe, roj şermizar kiriye.
Ji bo bavên ku bi dîtina her take dareke serwê, dikevine hizra tenêtî ûxeribiya goristana ku bi salane zarokê wî di nav xwe de hilgirtiye û ji dûr ve çav lê birriye û hesreta giryaneke ji dil, li ser mezara zarokê/a xwe di dil de hiştiye.
Helbestekî ji xwişka ku hê jî hêviya şahiya di daweta birayê wê, li ser dilê wê giraniyê dike û her rojên înê û bi bihîstina dengê şadî û daweta xelkê re,li wêneyê toz girtiyê birayê xwe li ser dîwar dinêre û çavên wê ewrî dibin.
Dilovana min: bi min re yan jî bêy min, here welatê min. Gîliyan neke kuzêde jê hez dikim, bawer bike ji bo min pereke ji vê cîhanê, naxwazim dewra wêdîwarekî bikêşim û ji cîhanê cuda bikim, lê êş û janên bê hejmarên wî xelkî,girêdayin bûna bi welat re şirîntir dike.
Êşên ku bi salane di demar û rihên me û welatê me de cîh xweş kiriye, janênku hemzad û bi şêniyên wê reye.
Awaza xwe hema li vê derê çêbike, lê bihêla tama tehla xizaniyê rîtma wê be. Helbesta xwe hema li vê derê binivîse, lê bihêle kêşa vê li ser bingeha hêvî û dinyayeke wekhev be.
Li vê derê: di nava çiya û daristanên berûyan ku take piştîvan û hevalên xelkê welatê me ne, li rex rûbarên ku hêsirên negiryayiyên xelkê ji nav dilêçiyayan heya dûrdestan dibe, ku di tenêtî û deryayeke dûrdest de bigiriyên,rûnê û awaza xwe biafirîne.
Li vêderê, bi min re yan jî bêy min, wê hemû mezinahî û bedewiyê weke girêdayin bûna me bi welatekî re, ku hemû carê du caniyê êşêye, welatê ku zarokênwê ji bo êş kişandinê bejna wan bilind û mezin dibin, danîşe: Li şûna min destdane ser xaka welatê min û di guhê wêde bêje:
Ey xaka mak
Ey dayika welat
Li wir:
Di dilê te de
Hestî û bîranînên kalikên min veşartî ne
Li wir:
Ejdad û kalik û zarokên min hatine defin kirin
Hey welatê min
Ey dayika kalikên min
Xweziya cardin bedewiyên te hiss bikim
Li xweşik bûna te binêrim
Tevlî bêdengiya te bibim
Xweziya min bikarîba êşên te bikewînim
Û
Hêsirên te bigiryêm
xweziya...
Bi hêviya cardin dîtina te û hilatina Rojê
Ferzad
Girtîgeha Êvîn-Benda Heft”
-Wergera ji Farsî: Dêrsim Oremar
Têbînî:
(1) Di zimanê farsî de Mader bi wateya Dayikê ye.
(2) Zen bi wateya Jinê ye.
(3) Name çend meh beriya bidarvekirina mamsote Ferzad Kemanger, di girtîgeha Êvîne de û ji bo hezkiriya xwe nivîsiye!
(4) Name bi deng û cara pêşîn bi zimanê farsî di ajansaNNSROJ de bilav bûye.
(5) Ji ber dereng bilav bûna nameyê, ew name di pirtûka nameyên Mamsote Ferzad kemanger de''Avabûna Stêrkan, mizgîna hilatina Rojêye'' de bilav nebûye!