Modula Phîlae hişyar bû

Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) da xuyakirin, ku Modula fezayî Phîlae ya di meha Mijdarê de xwe li dûvstêrka 67P dianîbû, lê ji ber pîlê wê xelas bû têkiliya bi cîhanê re qut bû, ji nû ve sînyalê dide.

Phîlae ku bi maşîna fezayî Rosetta re xwe li dûvstêrkê danî, 57 saetan xebitîbû, lê piştre ji ber xelasbûna pîlê wê yê bi enerjiya rojê dixebite ketibû moda 'raketinê'. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bi saya nêzbûna rojê re Phîlae pîlên xwe ji nû ve şarj kir.

Modula fezayî Phîlae xwe li dûvstêrka 510 mîlyon kîlometre dûrî cîhanê ye danîbû, lê belê ji ber ku ketibû pişt girekî, panelên wê yên rojê nexebitîbû û nekarîbû pîlê xwe şarj bike.

Zanyarên Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) yên ku modul danî dûvstêrka bi navê 67P/Çuryumov-Gerasimenko dixwazin bi vê projeyê re heta dawiya sala 2015'an der heqê nepenîtiya sîstema rojê de hîn bêhtir agahiyan werbigirin.