'Mîmmo yê Kurd' Lûcano yê Îtalyayî hate girtin

Şaredarê Rîace yê Îtalyayê Domenîco Lûcano ku ji ber alîkariya xwe ya ji bo penaberên Kurd navê "Mîmmo yê Kurd" (Mîmmo îl Cûrdo) lê hatiye kirin, hate giritn. Cezayê girtina li malê li Mîmmo yê Kurd hate birîn.

Şaredarê komuna Rîace ya herêma Calabrîayê Domenîco Lûcano roja 2'ê Cotmehê bi fermana dozgeriya Locrî hate girtin. Li hevsera wî jî hate qedexekirin ku li komuna Rîace bimîne.

Lûcano tê sûcdarkirin ku alîkarî daye koça bi qaçaxî. Li ser mijarê sal û nîveke lêpirsîn dihate kirin. Destpêkê bi gendeliyê dihate sûcdarkirin, lê ji vê yekê tiştek derneket û dest ji sûcdariya gendeliyê hate berdan. Tê gotin ku Lûcano pêşniyar li jineke koçber a Nîjeryayî kiriye ku ji bo neyê dersînorkirin bizewice.

TÊKOŞÎNA LÛCANO ÇARENÛSA KOMUNÊ GUHERAND

Komuna ku Lûcano sala 2004'an bû şaredarê wê, ev du sal in bûye hedefa dijminên biyaniyan. Şaredar û şêniyên komunê rê nadin nîjadperestî, tirs û derewan.

Ev saleke bala gelek saziyên medyayê yên navneteweyî li ser Rîace ye. Kovara Fortûne ya Amerîkî Domenîco Lûcano weke yek ji 100 kesên herî bi bandor ê cîhanê nîşan da.

Hejmara şêniyên Rîaceyê 1.500 kes e. 400 ji wan koçberên salên dawî hatine. Beriya ku koçber xwe lê bigire, ev komun weke cihekî bejahî û ziwa yê başûrê Îtalyayê dihate naskirin. Dibistana seretayî lê girtî bû. Nifşê ciwan koçî bakur û welatên din ên Ewropayê dikir. Bi kurtasî gundekî jibîrkirî bû.

Şaredariya Rîaceyê jî malên vala yên li navenda komunê ji bo bicihkirina koçberan û navendên mezin ên stargehê bi kar anî. Xwediyên van malan jî ji aliyê komunîstên berê yên vê herêmê ve hatin îqnakirin. Koçber jî ketin şûna mirovên ji herêmê direviyan û pîşeyê kevneşop ji nû ve zindî kirin. Têkoşîna Lûcano çarenûsa komunê guherand. Kir ku dibistan û bar ji nû ve vebin.

JI BO KOÇERAN PEREYÊN KOMUNÎST ÇAP KIR

Lûcano sê caran li ser hev hate hilbijartin û li pêşberî provokasyonan ji rêya xwe venegeriya. Heta ku alîkarî bigihêje koçberan, ji bo wan pereyên ku wêneyên Che Gûevara û teorîsyenê komunîst Antonîo Gramscî li ser bûn çap kir ku koçber karibin li dikanan pê tiştekî bikirin.

MÎMMO YÊ KURD NAVÊ XWE JI PKK'Ê DIGIRE

Lûcano navê Mîmmo yê Kurd ji PKK'ê digire. Sala 1998'an keştiyek ku ji Tirkiyeyê bi rê ket û Kurd tê de bûn, gihîşt Rîaceyê. Di hundirê keştiyê de 66 mêr, 46 jin û 72 zarok hebûn. Medyayê piraniya van Kurdan weke endamên PKK'ê dida nasîn. Ji ber zext û zordariya li Tirkiyeyê xwe li Îtalyayê girtibûn. Lûcano beriya bibe şaredarê komunê pêşengî ji gelek kar û çalakiyên siyasî û çandî re kir. Tê gotin ku Lûcano gelek caran gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kar tîne.